2019-10-16T05:48:23.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste bi parastina aramiya siyasî û emnî û dabînkirina xizmetguzariyan, parêzgerî li wan serkeftinan bê kirin ku li encama qurbanîdana Pêşmerge û hêzên Iraqiyan da ji bo ji navbirina Da'îş hatiye dayîn û ji bo rêgirtina metirsiyê û egera serhildana terorê, bi wê navê da divê Herêma Kurdistan û Iraqê li gel civaka navdewletî pêkve hevkarî û hemahengiyê bikin.
Li civîna ku êvariya îro sêşem 15/10/2019 li Hewlêrê li gel birêz David Shinker Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Nêzîk, di derbarê pêşhatên Iraqê, xwepêşandanên Bexda û parêzgehên din û daxwaza xwepêşanderan, peywendiyên Hewlêr - Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrî ya Iraqê, pêşhatên Sûriye û operasyonên serbaziyên Rojhilata Firatê û bandor û karvedanên wê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê civînê de ku birêz Qubad Talebanî Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsan, Balyozê Amerîka li Bexda û Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê amade bûn, rewşa navçeyên ziyanberketiyên şerê terorê û avadankirina wan û vegerana koçberan, binyatnana hêzên emnî yên ji bo parastina aramiyê, berdewamiya proseya reform û çaksaziyên li Wezareta Pêşmerge û hevkariya welatên hevpeyman yên li vî warî de, dabînkirina derfeta kar û veberhênana li Herêma Kurdistan û Iraqê, çawayiya muamelekirina li gel rewşa niha û rewşa navçeyê bi giştî hate nirxandin.