2024-05-04T11:13:40.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 04.05.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya şandeke Senatoya Amerîkayê kir ku, ji Senator Johnny Ernst, Senator Ted Budd û hejmarek ji hevalên wan pêkhatibûn.
Pêşkeftina peywendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjkirina çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî di civînê da hatin gotûbêjkirin.
Şandeya mêvan tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û amaje bi wê yekê jî kir ku, Amerîka wekî hevpeymanek girîngiyeke mezin dide pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê, Herwiha rola Pêşmerge di têkbirina DAIŞê û parastina aramî û seqamgîriya Iraqê da bilind nirxand.
Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, spasiya berdewamiya piştgiriya Senato û Kongresa Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser xwesteka Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina hevkarî û peywendiyên digel Amerîkayê kir.
Çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş hin mijarên din yên vê civînê bûn ku, Balyozê Amerîkayê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê tê da amade bûn.