2019-09-25T05:37:43.000000Z
Birêzan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Marshall Billingslea Harîkarê Wezîrê Gencîneya Amerîkî yê Karubarê Nehiştina Paredarkirina Terorê, ya ji bo ji navbirin û nehiştina yekcariya Da'îşê û hizra terorîstî û tundiyê, tekez li ser pêwîstî û hişkkirina çavkaniyên darayî ya Da'îş û rêgirîkirina tevahiya bizav û çalakiyên darayiya wan û metirsiya serhildana wan yê kirdarî û ji bo vê mebestê hevkarî û hemahengiya zêdetirê navdewletî bi pêwîst zanî.
Li civîna ku îro çarşem 25/09/2019 li Hewlêr, Serok Nêçîrvan Barzanî û Marshall Billingslea her wiha peywendiyên Hewlêr û Bexda û derfeta kar û veberhênan û sermayeguzariya li Herêma Kurdistan û Iraqê ji bo veberhênerên biyanî û pêşkêşkirina hêsankariyên li vî derbarî de, sîstema bankî û bankdarî li Iraq û Herêma Kurdistan û çawayiya pêşxistina û girêdana wan bi cîhanê re, rewşa aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî û kerta uzeya wan bi taybetî guftûgo kirin.
Li civînê de ku birêz Konsolê Giştî yê Amerîka û şandekî li gel beşdar bûn, guftûgoya Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federalî ya Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyan, bazirganiya li Herêma Kurdistan û Iraqê li gel welatên hevsû û cîran û navçeyê, çend mijareke dinê guftûgoya her dû aliyan bûn.