Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Macron gihîşt Hewlêrê

2021-08-29T08:13:16.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Derengên şeva derbasbûyî birêz Emmanuel Macron Serokê Fransa gihîşt Herêma Kurdistanê û li rêwresmek da li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.

Piştî bixêrhatinê, Serok Nêçîrvan Barzanî, li gel Serok Macron gihan cihê mayîna rêzdar û îro yekşem 29.08.2021 hevdîtin û civînên li Hewlêrê birêve diçin.