2019-06-13T14:03:18.000000Z
Serok Makron pîrozbahî li Serok Nêçîrvan Barzanî dike
Di nameyekê de ji bo Birêz Nêçêrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Birêz Îmanewêl Makron Serokê Fransayê pîrozbahî li Canabê wî kir û hêviya serkeftinê di kar û erkê nû de jê re xwest, piştevaniya Fransayê jî ji bo Cenabê wî û Herêma Kurdistanê re tekez kir.
Di nameya xwe de ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî, Serok Makron nivîsiye:
Rêzdar Cenabê Serok,
Bi boneya helbijartina we weke Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ez Dixwazim gerimtirîn pîrozbahî li Cenabê we yên Birêz bikim û hîviya serkeftina tevahî di cîbicîkirina vê berpisiyaretiya mezin de ji we re dixwazim.
Destbikarbûna we ji bo Herêma Kurdistanê û hemû Iraqê di avakirina seqamgîrî û aştiya civakî de qonaxeke girîng e. Ez piştrast im ku ezmûna Cenabê we di berpirsiyretî de û hestê Cenabê we ji bo dewletmedariyê, dê alîkar bin ji bo cîbicîkirina vî erkê we yê nû ku Fransa bi piştgiriya bi tevahî lê dike.
Fransa û Kurdistana Iraqê di rêya peywendiyên dîrokî re bi hev re girêdayî ne û şerê hevbeş li dijî DAIŞê ev peywendî bihêztir kir. Dixwazim bi taybetî spasî û rêz û silavaên germ li we bikim ji bo ew hemû qurnaniyên ji aliyê Pêşmergeyan ve hatin bexşkirin, herwiha ji bo hewla bê sînor ya desthelatarên Herêmê ji bo pêşwazîkirina awereyên ku ji ber hovatiya cîhadiyan reviyane. Hûn agahdar in ku em pabendî daxwazên Kurdan in di çarçoveya Iraqeke yekgirtî, federal û demoqratîk de. Her bi navê vê peywendiya taybet bû ku Fransa di handana çareserkirina qeyranên piştî Referandoma Serxwebûnê rûdabûn de beşdarî kir. Em îro keyfxweş in ku peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdadê de pêşketine, herweha bi wan rêkeftinên bi saya vê dînamîkiyê de ji bo berjewendiya asayîş û seqamgîrî û pêşxistina hemû Iraqê hatine imzekirin.
Serok Makron di dawiya nameya xwe de ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî nivîsiye :
Ez Hêvîxwaz im ku em bikarin peywendiyên navbera Fransayê û Herêma Kurdistanê di her warekî de bihêztir bikin, bi taybetî jî di warên ku xelkê ji hevdu nêzîk bikin: Di warên abûrî, kiltûrî, perwerdeyî de. Hûn dikarin di vê çarçoveyê de pişta xwe bi Fransayê girêdin.
Cenabê Serok, hûn ji aliyê me ve cihê pesn û rêzê ne.
Ev nameya Serok Makron ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî, sibeha îro Pênşemê 13/6/2019an di dîdarekê de li gel Birêz Serokê Herêmê, ji aliyê Birêz Domînîk Mas, Kunsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê ve, hat gihandin.