Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî li rewşa Iraqê û pirsa destûrê vedikolin

2019-11-13T13:04:28.000000Z
Nûçe
Serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê babeta hemwarkirina destûra Iraqê de dûpat kir ku destûr bi xwe na, belkû bi cîhkirina destûrê kêşeye û her hemwar û guhertinek jî li destûrê da hebê, divê li berjewendiya Iraq û bi navê aramiya welat da bê û mafên destûriyên Herêma Kurdistanê û tevahiya pêkhatên Iraqê bi giştî biparêze.

Li dûyemîn civîna li Bexdayê ku îro çarşem 13/11/2019 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel, bi birêz Mihemed El Helbûsî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê, pêşhatên Iraqê bi giştî û pirsa hemwarkirin û guhertinên destûrê bi taybetî guftûgo kirin û her dû alî tekez li wê yekê kirin ku her hemwar û guhertinek li destûrê da, divê ji bo xizmetkirin û berjewendiya tevahiya pêkhatên Iraqê û li gor mekanîzmên destûrê bê.

Li kombûnê da rewşa niha ya welat, karê Parlemenî û hemahengiya di navbera fraksiyonan, rola Encumena Nûnerên Iraqê li çareserkirina kêşeyan û çawayiya muamelekirina li gel rewşê û proseya siyasiya li welat bi giştî xistin ber behs û guftûgoyan û di derbarê çend pirsekî dinê navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.