2024-02-16T12:26:18.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja înê 16.02.2024ê li Almanyayê di Konferansa Asayîşê ya Munchenê da digel birêz Antonio Guterres Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî civiya û rewşa eminî û siyasî û alozî û metirsiyên li ser aramî û seqamgîriya Iraqê û herêmê gotûbêj kirin.
Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku aramî û seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo hemû navçeyê girînge û divê asayîş û serweriya Iraqê bê parastin û rê neyê dayîn ku Iraq bikeve nav nakokiyên navçeyê. Herwiha tekez li ser wê yekê jî kirin ku di demêkê da ku navçe di rewşeke ewlekarî ya hestiyar ra derbas dibe, divê hemû alî bi tehemil bin û ji bona aramkirina rewşê û parastina aramiyê de alîkar bin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya amadebûn û rola Netewên Yekgirtî û alîkariyên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û kar û çalakiyên tîma NY li Iraqê bilind nirxand. Ji aliyê xwe ve, birêz Guterres spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir ku rola wî ya erênî di proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê da hebûye.
Pêşhatên dawî yên danûstandinên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê di zûtirîn demê minasib da, rewşa navçeyê bi giştî û rewşa şer û mirovî li Gazzeyê, çend mijarên din ên civînê bûn.