Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî êrîşa ser Binkeya Eynulesed şermezar kir

2021-03-03T18:27:02.000000Z
Daxuyanî
Gelek bi tundî wê êrîşa mûşekiyê şermezar dikim ku îro çarşem hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkirdayetiya Amerîka li Binkeya Eynuleseda Asmanî li parêzgeha Enbara li Iraqê kir armanc û li encamê da belênderek(mutahid) canê xwe ji destda. Sersaxiyê li malbat û kesukarên qurbaniyê dikim, li vê dema dijwar da hevsoz û hevxema wanim.

Dûbarebûna berdewamiya gef û êrîşên li ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş ku li ser daxwaza Hikûmeta Iraqa Federal ji bo piştgîrî û hevkarîkirina li rûbirûbûna terorê li Iraqê ne, bi tevahî dijî berjewendiyên Iraqe û aramiya welat û niha û paşerojê dixe metirsiyekî rasteqîn de.

Bêguman Iraq li rewşa niha da hê jî pêwîstî bi berdewamiya hevkarî û yarmetîdana Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo rêgirîkirina bihêzbûna Da'îş û ji navbirina yekcarekiya wê rêxistina terorîstiye roj bi roj gef û metirsiya wê zêdetir dibê û kirdarên serbazî û tevgerên wê yên terorîstî berfirehtir dibin.

Daxwaz ji Hikûmet û Parlemen û hêz û aliyên siyasî û pêkhat û gelên Iraqê dikim beramber van êrîşan bê deng nemînin û rê nedin li ser hesabê berjewendî û paşeroja wan, Iraq bikin qada pêkdadan û yek alîkirina gengeşeyan.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.03.2021