Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Fransa bi hemû awayekê yarmetiya Iraq û Herêma Kurdistanê dide

2021-03-31T18:03:24.000000Z
Kongreyên rojnamevanî
Piştî temambûna bernameya serdana xwe ya Fransa, sibehiya îro çarşem 31.03.2021 li Parîsê civîneke rojnamevaniyê ji bo birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di derbarê encama serdana xwe û hevdîtin û civînên li gel her yek ji birêzan Emmanuel Macron Serokê Fransa û Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê wî welatî û çend babeteke di derbarê rewşa Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê hate rêkxistin.

Di destpêkê de Serok Nêçîrvan Barzanî li gotarek da got: “Doh civîna me li gel cenabê Serok Macron hebû û piştî wî jî li gel Wezîrê Derve. Her wekî ku hûn jî agahdarin Fransa roleke mezin li pirsa piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê ya li şerê Da'îş û hevkariya mirovî û piştgîriya siyasî da jî heye. Cenabê Serok Macron berî niha serdana Iraqê kiribû, li wê serdanê da dûpat li ser ewe kiribû ku Fransa bi hemû awayekê amadeye yarmetiya Iraqê ya ji bo aramiya siyasî û aborî de bide û her wiha li hemûyan jî girîngtir ji bo vê qonaxê tekez li wê yekê kir ku amadene hevkariya Iraqê li pirsa rûbirûbûna terorîstan bi taybetî Da'îş de bikin. Li civîna doh da dîsa helwest li ser piştgîriya berdewamiya Fransa ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin, cenabê wan ji bo serdana Papayê Vatîkan ya Iraq û bi taybetî ya Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Herêma Kurdistan û Iraqê kir, diyar bû berê jî heftiya derbasbûyî bi telefonê axaftibûyîn û gelek pîrozbahiyê li Herêma Kurdistan kiribû û pîrozbahiyê li xelkê Iraqê kir û bi sefereke gelek serkeftî bi nav kir. Doh tekez li wê yekê kir ku ew amadeye hemû hewlek ji bo aramiya siyasî û aborî li Iraqê bide û dakokiyê li wê yekê kir ku Fransa amadeyê hevkariyê ye ji ber ku pirsa terorîstan û pirsa Da'îş heta niha jî metirsiyeke gelek ciddiye ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê û dûpat kir ku Fransa bi hemû awayekê li çarçêweya hevpeymaniya navdewletî da amadeyê piştgîrî û hevkariye ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê. Li civînê de me pirsa Sûriye guftûgo kir, her wiha peywendiyên me yên li gel welatên hevsû û cîran babeteke dinê civîna me ya doh ya li gel cenabê Serok Macron bû”.

Paşê li bersîva pirsyarek da di derbarê bi vexwendina fermî ya Serok Macron ya ji bo rêzdar ya li rewşa îro ya dijwara Fransayê da ya ji ber pejika Koronayê di demek da gelek civînên serkirdeyên welatên cîhanê bi awayeke online têne encamdan, birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: “Her wekî agahdarin bi taybet piştî rûdanên sala 2017 Serok Macron roleke bingehîn li çareserkirina kêşeyên me yên li gel Bexdayê de hebû û rola Serok Macron roleke diyar bû û eger ew rola siyasî nebûya, karê me gelek zehmettir dibû û ewan di demên gelek dijwar da rola xwe dîtin û ji bo aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina wan kêşeyên ku li navbera me û Bexdayê heye, birastî li her civîn û derfetek jî da me spasiyên xwe ji bo dewleta Fransa û bi taybetî Serok Macron ya ji bo wê rola wan ya li wê demê da kiriye. Bi nêrîna min niha aramiya Iraqê ji bo hemû navçeyê û Ewrûpa jî girînge û bi baweriya min dawetkirin û serdana me ya doh ya Fransa her li ser wê bingehê bûye heta ew pirs zêdetir bêne behs kirin. Her wekî ku min behs kir me tekez li ser ewe kir ku ev danustandin û guftûgoya me berdewam dibin heta bigîhin bi aramiyeke siyasî ku xizmeta hemû Iraq û navçeyê bi giştî bike. Baweriya min eweye ku Fransa û cenabê Serok Macron gelek ciddiye li ser wê yekê ku her hengavek ji bo aramiya siyasî û çareserkirina kêşeyên Iraqê li ser asta navxweyî û navdewletî de pêwîst bê, cenabê wan amadeye wê rolê bibînê, di dema vegerana min ya Herêma Kurdistanê li gel her yek ji birêzan cenabê Serok Wezîrê Iraqê û cenabê Serok Komar û aliyên siyasiyên li Bexda vê babetê behs dikîn û hêvîdarim pêkve bigihîn têgihiştineke hevbeş heta bizanîn bi pêkve çi bikîn”.

Di derbarê hewlên Fransa li warê beşdarîkirina li avadankirina Iraqê û veberhênana li Herêma Kurdistanê da, rêzdar balkişand li ser wê yekê û got: “Bêguman peywendiyên me yên abûrî yên di navbera Fransa û Iraq, peywendiyên gelek dêrînin û Fransa amadeye li vî warî da hevkariya Iraqê bike. Her wekî agahdarin niha jî destpêkirine û li warê mirovî da roleke girîng li hemû Iraqê dibînin û amadehiya wan heye peywendiyên xwe yên aboriyên li gel Iraqê yên bi mebesta hevkarîkirina Iraqê zêdetir bikin”.

Di derbarê wê yekê ku gelo Fransa çi ji bo Herêma Kurdistanê dike û çi ji Herêmê dixwaze, Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir û got: “Her wekî berî niha jî min behs kir li civînên doh da me behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Fransayê kir û bi awayeke giştî Serok Macron dixwaze bizanê çi pêwîste, rola Fransa çawa bê ji bo aramiya siyasî, aramiya aborî li Iraqê, me behsa van pirsan kir, her wiha pirsa peywendiyên me li gel welatên cîran û pirsa Sûriye, evane hemû ew mijar bûn ku gelek bi dirêjî li gel cenabê Serok Macron me guftûgoyê li ser kir.”

Di derbarê rêkeftinên di navbera Herêm û Bexda û pirsa budçeyê de, rêzdar eşkere kir “Di derbarê pirsa budceyê de, ez ji bersîva wê pirsiyarê destpêdikim ku ji bo çi salane wihaye? kêşeyeke cewherî heye li pirsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê da, li Iraqê me sîstemek heye ku sîstemeke federaliye û destûrek jî me heye ku zêdetirê gelê Iraqê deng li ser daye. Cewhera kêşeyê li wir daye ku heta niha ew awayê ku Bexda muameleyê li gel Herêma Kurdistanê dike muameleyeke sîstemeke federalî nîne, kêşeya cewherî ji vir ve destpêdike, li hîç sîstemeke federaliya cîhanê da ewê ku niha Bexda li gel Herêma Kurdistanê dike nîne, eve li sîstema federaliya cîhanê da nîne, bêguman ew sîstem bi awayeke giştî ji bo Iraqê nûye û heta niha ev sîstem bi tevahî cêgîr nebûye. Li hemû sîstemên cîhanê da mînheyek bi Herêman tê dayîn, Herêman Parlemena xwe heye û têda wê budceyê pesend dikin û temam dibê. Ewê niha li Herêma Kurdistanê heye divê li Parlemena xwe de budce pesend bikîn û paşê diçê Bexda û ji wir jî dîsa divê bê pesend kirin. Wate kêşe li wir daye ku ev sîstem şaşe û çawayiya muameleya Bexda li gel Herêma Kurdistanê neraste li pirsa budceyê da, zû yan dereng divê eve bê çareser kirin. Her ji ber eve jî ku em salane rûbirûyê van kêşeyan dibîn. Ewê ku girînge şanda danustandkarê Hikûmeta Herêmê ku bi spasiyê ve gelek kedeke zêde dan, Cîgirê Serokê Hikûmetê Kak Qubad û ewên ku li gel bûn, Wezîrê Darayî û tîma Encumena Wezîran û hemû ew biraderane û Serok Wezîr bi xwe jî berdewam dûvdaçûnê kirine û hemû gihîştine awayek li navbera Hikûmeta Herêm û Hikûmeta Federaliyê ji bo çawayiya çareserkirina wê kêşeyê, ewê ku em hêvîdarîn eweye naveroka wê têksta her du aliyan li ser rêkeftine bê bicîh kirin. Mixabin berdewam hewla ewe didan wiha pîşan bidin ku li bi cîhkirin û derbasnekirina proje yasaya budceyê zêdetir xeta ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistane, lê belê xweşbextane niha eşkere bû ewê ku kêşe nîne li ber derbaskirina budceyê eweye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsiyar nîne ji wê pirsê û hêvîdarîn bi zûtirîn dem deng li ser naveroka wê yasayê bê dayîn, ji ber ku pirsa budceyê neku tenê ji bo Herêma Kurdistanê, belku ji bo hemû Iraqê girînge li warê xizmetguzariyan û zêdetir pêşxistina bajaran û çareserkirina wan kêşeyên ku heye, ji bo wê yekê hêvîdarîn bi zûtirîn dem proje yasaya budceyê li Parlemen bê derbaskirin”.

Li bersîva pirsiyareke din da di derbarê wê yekê ku gelo Fransa li siyaseta xwe ya derve da çawa temaşa Herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûriye dike, rêzdar got: “Bêguman berî niha jî birêz Wezîrê Derveyê Fransa eger şaş nebim nêzîkî heşt caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye dema ku Wezîrê Berevaniyê bû, niha jî ku Wezîrê Derveye. Ew dosteke nêzîkî gelê Iraqe bi awayeke giştî û agahdarî Herêma Kurdistanê ye jî. Herêma Kurdistanê berdewam xwediyê siyasetek buye ku xwestiye berdewam fakterek bê ji bo aramiya li navçeyê da û peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran her li ser vê bingehê buye, eve wekî prensîpek Fransa û Ewrûpî agahdarin û danustandinên me jî her li ser vê bingehan bûn ku çawa pêkve bikarîn hevkar bîn ji bo aramiyeke siyasiya zêdetir li hemû navçeyê da li Sûriye û Iraq û navçeyên din û zêdetir axaftina me li ser vê babetê bû û me dûpat kir ku rola erêniya Herêma Kurdistanê li vî derbarî de berdewam dibê bi mebesta bi cîh bûna aramiya li hemû navçeyê da”.

Di derbarê baştirîn bijarde ya ji bo derçûna Parlemena Iraqê ji wan kêmasiyên ku heye, di derbarê bi pejirandina proje yasayan, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Her wekî berî niha jî me behs kir, niha Herêma Kurdistanê kêşe nîne li derbaskirina budceya Iraqê, Herêma Kurdistanê bi tevahî pêgirê wê rêkeftinê dibe ku niha li gel Hikûmeta cenabê Serok Wezîr birêz Mistefa Kazimî hatiye kirin û hêvîdarîn ev pirse derbas bibe û kêşe li ser Herêma Kurdistanê nîne, belku kêşeyên din hatine nava babetê, ewê girînge eweye gelê Iraqê bizanê ku Herêm li pirsa budceyê da kêşe nîne û bi berevajiyê ve avadankirin û bi cîhkirina projeya xizmetguzariyê li her bajareke Iraqê li Faweve heta Mûsil û cihên din û Basra û Kerbela û Necef wekî Herêma Kurdistanê pê xweşhal dibîn. Her avadaniyek li Iraq bê encamdan, cihê xweşhaliya Herêma Kurdistane, her bajareke Iraqê bê avadankirin û xizmetguzarî têda bê pêşkêş kirin, wiha dizanîn ku bajareke Herêma Kurdistane, hêvîdarîn Parlemen vê pirsê bi ciddî werbigrê, ji ber ku gelê Iraqê hêjayî jiyaneke xweştire li wê yekê ku niha têdaye û hêjayî eweye xizmetguzariyê baştir pêşkêşî wan bê kirin û hêvîdarîn ev pirs ji Parlemen bê derbaskirin”.

Li bersîva pirsiyarek da di derbarê encama civînên birêz ya li Fransa û piştrastî dana bi Herêma Kurdistanê û çaverêkirina Fransa ji Herêma Kurdistanê de, rêzdar got: “Fransa wekî welateke girîngê Ewrûpa û endamê Encumena Asayîşa Navdewletî, bêguman roleke girîng li aramiya siyasî li navçeya rojhilata navîn da heye, her li vê çarçêweyê da em çaverêya ewe ji Fransa dikîn bi taybetî ewê min ji cenabê Serok Macron doh bihîst, gelek bi germî û gelek bi ciddî hewl dide bo ku ewê pêwîst bê ji bo aramiya siyasî û aborî û emnî li Iraqê da amadeye yarmetiyê bide û alîkar bê. Bi nêrîna min ev pirs ji bo Herêma Kurdistanê jî gelek girînge, ji ber ku wekî min behs kir kêşeya serekiya me çespandina sîstema federaliye li Iraqê da, eve kêşeyeke mezina Iraqe û her li sala 2003 û heta niha ev pirs wekî xwe maye û hîç guhertinek li ser da nehatiye, ji bo wê yekê bi mebesta paşerojeke geştir ya ji bo hemû Iraqê û li çarçêweya Iraqê da jî ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo aramiya siyasî û piştrastbûna ji paşeroja Kurdistanê û aramiya wan hemû pêkhatên li Iraqê da dijîn bi Kurd û Turkmen û Mesîhî û hemû pêkhatên din, dema ewe hatiye bi awayeke ciddî danustandin li ser masê guftûgoyê bikin û bikarîn li hevdû têbigihin û yekem tişt destnîşan bikîn şaşiyên me li kû buye û çawa dikarîn baş bikîn û çawa dikarîn ewê pêwîste ji bo aramiya hemû Iraqê encam bidîn. Kêşeya Iraqê bi tu awayek li ser wê bingehê nayê çareser kirin ku kî îro bihêze û kî bê hêze! kêşeya Iraqê bi wê yekê tê çareser kirin bi awayeke ciddî û bi nermî li ser masa guftûgoyê rûnîn heta piştrastbîn li wê yekê paşerojeke geş ji bo hemû gelê Iraqê bi Herêma Kurdistanê û hemû pêkhatên dinê Iraqê ve dabîn bikîn, eve ji bo me gelek girînge û li wê çarçêweyê da jî Fransa dikare ji bo vê pirsê yarmetîdereke ciddî û bihêz ya me bê”.

Di derbarê li rewşa belavbûna metirsîdar ya virusa Koronayê da rêzdar serdana xwe ya Fransa encam da, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Li vî derbarî de her spasî Fransa dikîn û ez bawerin eve nîşana girîngîdana Serok Macron û Fransaye ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ku li vê demê de dibînîn Korona li hemû cîhek belavbuye û kêşeyeke mezin û ciddiye ji bo hemû cîhanê, eve girîngîdana Serok Macrone ji bo aramiya siyasî û emnî li Iraqê da”.