2021-06-04T18:44:37.000000Z
Êvariya îro în 04.06.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê da li gel birêz Elî Teter Parêzgerê Dihokê rewşa wargeh û kempa Şarya pirsî ku taybete bi xûşk û birayên koçberên Êzdî û piştî nîvroya îro agireke mezin lêket û li encamê da hejmarek koçber birîndar bûn û ziyaneke zêde bi wargehê gihîşt.
Serok Nêçîrvan Barzanî amadehiya xwe û Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkariyek û yarmetîdana lêqewimiyan û kempê dûpat kir û aliyên peywendîdar raspard bo ku her çi pêwîste ji bo bi hanaveçûn û yarmetîdana wan bê pêşkêş kirin.
Ji aliyê xwe ve birêz Parêzgerê Dihokê spasî peywendî û bi dûvdaçûna Serok Nêçîrvan Barzanî kir û li rewşa dawî ya pêşhata lêqewimiyan û kempê û hengav û rêkarên karkirina li gel rewşê de agahdar kir.