Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel şandeka Romanyayî civiya

2023-09-28T09:00:20.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 28.09.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya şandeke Senatoya Romanyayê ya bi Serokatiya Senator Titus Corlatsian Serokê Komîteya Siyaseta Derve ya Senatoya Romanyayê kir. Şandeya Romanyayî ji hejmareke Senatoyan, Balyozê Romanyayê li Iraqê û diplomatkar û berpisê nivîsîngeha Konsulxaneya wî welatî ya li Hewlêrê pêkhatibû.

Di hevdîtinê da her du alî tekez li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Romanya û Iraq û Herêma Kurdistanê kirin bi taybetî di warê aborî û perwerdeyê da û her wiha peywendiyên Hewlêr - Bexdayê û gotûbêjên çareseriya wan pirsgirêkan gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî amadehî, rol û beşdariya Romanyayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ ê da bilind nirxand û spasiya Romanyayê kir ku salên dirêj burs û derfetên xwendinê pêşkêşî xwendekarên Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.

Ji aliyê xwe ve şandeya mêhvan kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya Hewlêrê nîşan da û tekezî li ser amadehî û daxwaza welatê xwe ya ji bo sermayerazandina li Herêma Kurdistanê kir, ji bo vê mebestê, derbarê niyeta hatina sektora taybet û çend kompanyayên Romanyayî û mekanîzma karkirina wan li Herêma Kurdstan û Iraqê digel Serok Nêçîrvan Barzanî danustandina bîr û ramanan kirin.

Rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din yên xwedî di berjewendiyên hevbeş, çend mijarên din yên hevdîtinê bûn.