2024-02-04T14:17:49.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja yekşemê 04.02.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xatûn Anu Sarella Balyoza Fînlandayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê da her du aliyan tekîd li ser xwesteka xwe ya hevbeş ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirekirina hevkariyên hevbeş yên di navbera Fînlanda û Iraq û Herêma Kurdistanê di warên curbicur da kir û herwesa derbarê rewşa siyasî û emnî li Iraqê û girîngiya parastina aştî û aramiya welat de danustandina bîr û ramanan kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bo beşdariya Fînlandayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Fînlandayê kir û pesna palpiştiya Fînlandayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstan da kir û amaje bi rola hêzên Fînlandayê kir ku heta niha li Herêma Kurdistanê li ser erka xwe berdewamin.
Bandor û derencamên şerê Ukraynayê, pêşhatên dawî yên rewşa aloz a Rojhilata Navîn, şerê li Xezzayê û çend mijarên din yên yên xwedî berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.