Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel xanima Plasschaert civiya

2022-01-21T16:34:02.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê kir.

Li civînê de pêşhatên dawî yên proseya siyasiya Iraqê û hilbijartina Desteya Serokayetiya Encumena Nûneran û hewlên wan yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Federaliya Iraqê guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser girîngiya parastina aramiya siyasî li Iraq û gihîştina hêz û aliyan bi têgihiştineke komkerê hevbeş ya ji bo çareserkirina kêşeyan û pêkanîna hikûmetek kir ku bikarê gefên li ber derbas bike û xizmet bi berjewendiyên bilindên welat û tevahiya pêkhatên wê bike, kêşeyan jî bi taybetî kêşeyên Hewlêr - Bexda li ser bingeha destûrê çareser bike.

Di derbarê hilbijartinên paşerojê ya Parlemena Herêma Kurdistanê de jî, her du alî hevra bûn ku girînge di dema xwe da bê encamdan.