Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derveyê Qeterê civiya

2021-10-16T17:33:54.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Êvariya îro şemî 16.10.2021 piştî wê yekê ku bi serdaneke fermî gihîşte Qeterê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Doha ya paytext li gel birêz Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî, Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Qeterê civiyan.

Li kombûnek da her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Qeterê kirin û behsa derfeta sermayeguzarî û veberhênana Qeterî li Herêma Kurdistanê û li wir ve jî ji bo tevahiya Iraqê kirin bi taybetî li wan waran da ku ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê pêwîstin. Her wiha hengavên vekirina Konsolxaneya Giştî ya Qeter li Hewlêrê guftûgo kirin.

Rewşa Iraqê û encamên hilbijartina Encumena Nûneran û proseya siyasiya li welat, pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çend pirseke girîng û hevbeş, mijareke dinê kombûnê bûn.