Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Amerîka civiya

2021-04-12T19:49:03.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Êvariya îro sêşem 12.04.2021 li Hewlêrê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê kir.

Li civînê de gera sêyemê diyaloga stratejiya Iraq - Amerîka ku heftiya derbasbûyî birêveçû û Herêma Kurdistanê jî têda beşdar bû xistin ber behs û paşeroja peywendiyên Amerîka û Iraqê li çarçêweya vê diyalogê da guftûgo kirin. Her du alî tekez li ser xwesta du aliyane ya pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîka li ser bingeha berjewendiya hevbeş kirin.

Li mijareke dinê civînê de ku birêz Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr amade bû, behsa serdana sê rojên derbasbûyî ya Serok Nêçîrvan Barzanî ya li Bexda û hevdîtin û civînên li gel Serokayetiyan û serkirde û berpirsên bilind û alî û hêzên siyasiyên Iraqê kirin û her du alî hevre bûn ku ji bo derbaskirina kêşe û qeyranên welat û hengav avêtina ber bi paşerojeke baştir, tebayî û alîkariya di navbera tevahiya hêz û aliyên siyasiyan û pêkhatên Iraqê pêwîste.

Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Amerîka li Iraqê behsa pejirandina yasaya budceyê ya li Encumena Nûneran kir û bi hengavekî erênî da zanîn. Her wiha hêvî xwestin ev hengav bibê derfet û handerek ji bo hevdû têgihiştina zêdetirê Hewlêr - Bexda û çareserkirina kêşeyên dinê di navbera wan li ser bingeha destûr.

Pêşhatên pejika Korona û proseya derzî, amadekarî û proseya hilbijartinên paşeroja Iraqê û rewşa navçeyê bi giştî, çend mijareke dinê civînê bûn.