Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Plasschaert civiya

2020-03-16T09:47:29.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Berî nîvroya îro dûşem 16/03/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê civiya.

Li civînê de pêşhatên dawî ya rewşa siyasî ya Iraqê û hewlên wê yên destnîşankirina berbijêr û kandîdek ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federaliya Iraqê hate nirxandin û her dû alî tekez li ser pêwîstiya aramiya siyasî û pêkanîna hikûmetek kirin ku bersîvderê daxwazên rewayên xelk û parêzerê mafê destûriyên gel û pêkhatên welat bê. Li vî derbarî de, behsa rola erênî û yarmetîderaneya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê hate kirin.

Rewşa emnî û metirsiyên serhildana terorê û pêşketina livîn û tevgerên Da'îş û rûbirûbûna wan, girîngiya berdewamiya hevkarî û piştgîriya hevpeymaniya navdewletî ya Iraqê û hevkarî û hemahengiyên di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bi taybetî li navçeyên kêşe li ser ya ji bo rûbirûbûna terorê, rewşa darayiya Iraqê û rêkarên berevanîkirina li belavbûna şewb û petaya Corona û pabendiya rênimayiyên rêxistina Tendirustiya Cîhanî û aliyên Peywendîdarên warê tendirustiyê, çend mijareke dinê vê civînê bûn.