2024-01-13T14:03:34.000000Z
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê da, îro şemiyê 13.01.2024ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê da digel Brêz Qeys Xezalî Serokê Esaîbî Ehlî Heq di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraqê da gotûbêj kirin
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aramî û seqamgîriya welat û dûrxistina Iraqê ji nakokiyên herêmî kirin û ronahî xistin li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û piştevaniya wan ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê.
Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê û peywendiyên Iraqê bi welatên navçe û cîhanê ra li ser bingeha berjewendiyên hevbeş hin mijarên din yên civînê bûn.