2020-04-11T09:35:21.000000Z
Hatina cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (Silavên xwedê li ser bê) li tevahiya xûşk û birayên xweşdiviyên Mesîhiyên li Herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdarim ev cejin li gel xwe da selametiyê ji bo tevahiya mirovayetiyê bîne û şewba Korona û hemû derd û nexweşiyek dûr û parastî bin.
Îsal cejna Qiyame di demek da tê ku wekî tevahiya cîhanê Herêma Kurdistanê jî ji ber şewba Korona li rewşeke dijwar daye û ji bo selametiya hemû aliyek divê em hemû bapendî rênimayiyên tendirustiyê bîn û li mal bimînîn. Hêvîdarîn cejn û helkeftên bê li rewşeke baştir da bikîn.
Li vê cejnê da dûpat dikîn ku wekî herdem Herêma Kurdistanê ji bo hemû pêkhatên olî û neteweyî bi landika pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirin û fireh rengiya olî û neteweyî dimînê û hemû pêkve kar dikin ji bo kûrkirina vê çand û kultûra xweşika Kurdistanê û diparêzîn.
Cejna Qiyame li hemû aliyek pîroz bê.
Xwedayê mezin me hemûyan biparêze.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11/04/2020