2021-05-03T18:26:22.000000Z
Piştî nîvroya îro dûşem 03.05.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêr li gel birêzan Cîgirên Serok, serdana her yek li Komela Dadgeriya Kurdistanê û Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir.
Li du hevdîtinên cûda de li gel her yek ji birêzan Mamosta Elî Bapîr Serokê Komeleya Dadgeriya Kurdistanê û Mamosta Selahedîn Mihemed Behaedîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û berpirsên her du aliyan, rewş û proseya siyasiya Herêma Kurdistanê, pirsa amadekirina destûra Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr - Bexda, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û çend pirseke din hatin nirxandin.
Li her du hevdîtinan de tekez li ser girîngiya berdewamiya karê pêkveyî û hewldana hemû aliyaneya alî û pêkhatên Herêma Kurdistanê bi navê yekrêzî û tebayî da kirin û rola Serokayetiya Herêma Kurdistanê wekî sêwana komker ya hemûyan bi bilindî hate nirxandin.
Hemû hevrê bûn ku rûbirûbûna gefên niha û paşerojê ya Herêma Kurdistanê û karkirina ji bo hebûna çarçêweyekî karê hevbeş ya di navbera aliyan ya bi navê parastina berjewendiya bilindên Herêma Kurdistanê da dûrî li nakokî û cûdahiyên siyasî, erkê hemuyane.