2020-07-17T08:11:11.000000Z
Berî nîvroya îro în 17.07.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa kir.
Li civînê de ku birêzan Cîgirên Serok amade bûn, destbikarbûna Hikûmeta nû ya Iraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexda û berdewamiya guftûgoyên çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûra Iraqê guftûgo kirin. Li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Iraqê, kilîla aramiya siyasiya Iraqe. Birêz Wezîrê Derveyê Fransa jî piştgîriya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û çareserkirina kêşeyên wan dûpat kir.
Belavbûna pejika virusa Korona û encamên wê bi taybetî li warê aboriyê da, li gel hengav û rêkarên rûbirûbûna wê ya li Herêma Kurdistanê mijareke dinê civînê bû, têda tîşk xistin li ser hejmara tûşbûyan û çareserkirina wan û ewên ji ber pejikê canê xwe ji dest dane, ji aliyê xwe ve birêz Le Drian amadehiya Fransa ya ji bo hevkariya Iraqê û Herêma Kurdistanê li rûbirûbûna pejikê de nîşan da.
Li civînê de pêşhatên dawî ya şerê dejî terorê xistin ber behs û her du alî tekez li ser pêwîstiya berdewamiya piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û girîngiya hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê kir, birêz Le Drian jî berdewamiya piştgîriya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê da, dûpat kir.
Her du alî tekez li ser peywendiyên hemû aliyên Herêma Kurdistan û Fransa û kûrkirina hevbeş ya di navbera wan de kirin. Her wiha rewşa koçber û penaberan û pêkvejiyana pêkhatên neteweyî û oliyên li Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, pêşxistinên navçeyê bi giştî û çend pirseke din yê ji bo her du aliyan girînbûn beşeke dinê civînê bûn ku birêzan Balyozê Fransa li Bexda û Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê amade bûn.
Piştî civînê jî li civîneke hevbeşa rojnamevaniyê da, Serok Nêçîrvan Barzanî xweşhaliya xwe bi pêşwaziya birêz Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa derbirî û serdana wî ya li vî dema hestiyar da ku Herêma Kurdistan û Iraqê jî wekî cîhanê mijulî pejika virusa Korona û encamên wê ne, bi girîng û nîşana berdewamiya piştgîriya Fransa ya ji bo Herêma Kurdistanê da zanîn.
Rêzdar bi navê gelê Kurdistanê ve dûbare spasî Fransa kir ku herdem di demên teng da piştgîriya li mafên destûriyên Kurdistanê kirine, sala 2017 jî dorpêça li ser Herêma Kurdistanê şikand û hevkar bûn li destpêkirina guftûgoya Hewlêr û Bexda. Her wiha rola birêz Serok Macron bi roleke gelek ber bi çav da zanîn ku tu demekê nayê ji bîr kirin û cihê rêz û hûrmetê ye.
Her wiha dûpat kir ku li şerê Da'îş da, Fransa wekî endameke girîngê Hevpeymaniya Navdewletî û hevbeşeke Herêma Kurdistan û Iraqê, piştgîrî û roleke ber bi çav hebûye û niha jî Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi piştgîriya Fransa û Hevpeymaniya Navdewletî heye. Behsa ewe jî kir ku Fransa hevkariya mirovî pêşkêşî koçber û penaberan kiriye, bi taybetî jî xuşk û birayên Êzdî û Mesîhî, çi li wargehan yan bi hewandina wan li Fransa be kirine. Her wiha got: Girîngiyeke zêde bi aramiya Rojhilata Navîn û Iraqê dide.
Serok Nêçîrvan Barzanî behsa birêz Wezîrê Derveyê Fransa jî kir ku wekî dosteke Kurdistanê roleke ber bi çav li pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa da dîtiye, hem dema Wezîrê Berevaniyê bû ku serdana Kurdistanê û bereyên şerê dijî Da'îş kir, hem çend carek berê jî û niha jî ku dûbare Wezîrê Derveye, ji bo ewe jî gelek spas kir ku her wiha spasî birêzan Balyozê Fransa li Bexda û Konsolê Fransa li Hewlêrê kir ku berdewam ji bo pêşxistina peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kar dikin.
Li dawiyê de Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê xwazyare û derfet jî heye ji bo pêşbirina peywendiyên li gel Fransa li warên siyasî, aborî, emnî, akademî û kultûrî da, bi taybetî jî kompanyayên Fransî dikarin li hemû waran da kar û veberhênanê li Herêma Kurdistanê de bikin.
Ji aliyê xwe ve birêz Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa got: Xweşhalim ku dûbare li vir li gel Serok Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê me. Eve heştemîn serdana min ya Herêma Kurdistanê ye, wekî cenabê we jî balkişand li ser, çar caran wekî Wezîrê Berevaniyê hatim di demên herî dijwar da, her wiha eve çaremîn care jî wekî Wezîrê Derve serdana Herêma Kurdistanê dikim.
Li destpêka pejika Korona ve, yekemîn serdana min ya Rojhilata Navîne, ji ber ku Fransa berdewam amadehiya xwe hebûye li gel Herêma Kurdistanê, di demên herî dijwar da ku niha Iraq û Herêma Kurdistanê têda derbas dibin, min pê xweş bû vê serdana bikim ku ev serdaneke hevsozî û piştevaniye, hevsoziye beramber bi pejika Korona ku tûşî we bûye wekî çawa tûşî me jî bûye. Her ji bo wê yekê li rojên pêş da çendîn kelupelên girîngên pizîşkî wekî hevkariyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistan dibexşîn ku ji bo rûbirûbûna virusa Korona yarmetiya karmendên we yên tendirustiyê dide.
Her wiha rêzdar got: Ev serdana min piştgîriye ji bo şerê we yê li dijî Da'îş ku me û Kurdistanê tûşî şîn û sersaxiyan kir. Divê em hemû pêkve rûbirûyê wê bibîn, Iraqî û Fransî û Kurdistanî bi bêyê wê yekê asta çavdêriyê nizim bikin. Her wiha hevsoziye li qeyran û aloziyên herêmiyên ku Iraq û Herêma Kurdistanê li ser axa xwe bûne qurbanî û li jiyana rojane da baca wê didin. Her wiha piştgîriye li warê mirovî da ku Herêma Kurdistanê helwesteke camêrane nîşan da bi pêşwazîkirina penaberên Sûriye û koçberên Iraqê. Gelek spasiya we dikîn û herdem jî tekez li wê camêriya we dikim.
Cara dawî ku cotmeha sala par min serdana Herêma Kurdistanê kir, min soza ewe da ku çendîn milyon Euro kombikim ji bo koçber û penaberan. Li wargeha Berdereş me çendîn proje encam dan, li warên perwerde û tendirustî û av, her wiha rojên bê de jî Fransa yarmetiyê digihîne nexweşxaneya Helebçe, Fransa berdewam dibê li gel we, li paşerojê de bi hevkariya li gel Almanya bi panzdeh milyon Euro projeyeke girîngê warê av û avero li parêzgeha Dihokê encam dide.
Her wiha Ajansa Pêşxistina Fransî li gel Zanîngeha Amerîkî li Silêmanî li nêzîk ve kar dike ji bo desteberkirina hela kar ji bo lawên Kurd. Xaleke din ku dixwazim balê bikşînim ser kompanyayên mene ku berdewam dibin. Îsal xwendekareke Kurd ku bavê wî li şerê Da'îş da şehîd bûye, bekaloriya Fransî bi dest ve anî û berdewamiyê bi xwendina xwe da, li sayeya burseke xwendina Hikûmeta Fransa. Raste eve yekem xwendekare, lê belê bi piştrastiyê ve xwendekarê dawî jî nabê û berdewam dibê. Gedeyeke Kurde ku li sayeya xwendingeha Fransî li Silêmanî û Hewlêr xwe pêdigihînin li nav sîstema Fransî da jî li sayeya hevkariyeke zanîngehên me li gel zanîngehên Herêma Kurdistanê berdewam dibîn li bihêzkirina wê dostayetiyê.