Êvara îro, roja Sêşemê 18/11/2025, li Dihokê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de li Dihokê bi birêz Ahmed Davudoglu, serokwezîrê berê yê Tirkiyê û Serokê Partiya Paşerojê re, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Tirkiyê re û rewşa herêmê gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekezî li ser serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê kirin û hemfikir bûn ku dê bandoreke erênî li ser tevahiya herêmê bike. Di vê çarçoveyê de, piştgiriya hemû aliyan ji bo vê pêvajoyê girîng dane zanîn.
Encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û paşeroja pêvajoya siyasî li Iraqê, mijareke din a hevdîtinê bû.