Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Îspanî kir

2020-09-21T06:46:26.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Berî nîvroya îro dûşem 21/09/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Juan José Escobar Balyozê Îspanya li Iraqê û şandeke bazirganiya li gel kir.

Li hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Îspanya bi taybetî li warê aborî û bazirganiyê da guftûgo kirin û Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê amadeye hemû hevkarî û hêsankariyek pêşkêşî kerta taybet û veberhênerên Îspanî bike bo ku derfeta kar û sermayeguzariyê ji bo wan birexsê û hevbeşî û beşdarî li avakirin û pêşxistina kertên cûda cûdayên Herêma Kurdistanê da bikin.

Rewşa navçeyê bi giştî, proseya siyasiya li Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, belavbûna pejika virusa Korona, metirsiyên terorê û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn mijarên dinê civînê bû.