2021-05-03T12:47:30.000000Z
Sibehiya îro dûşem 03.05.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Ehmed Îbrahîm El Zahirî Konsolê Giştî yê Mîrnişîna Yekgirtiya Erebî (Îmarat) li Hewlêrê kir.
Li hevdîtinê de birêz Konsolê Giştî yê Îmarat silav û rêzên birêzan Serok û Serok Wezîr û Cîhnişînê Ebu Dabî bi Serok Nêçîrvan Barzanî ragihand û vexwendinnameyeke birêz Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan Cîhnişînê Ebu Dabî û Cîgirê Fermandeyê Bilindê Hêzên Çekdar, ya ji bo seredana Îmaratê, radestê birêz Serokê Herêma Kurdistanê kir ku têda xwesta Îmaratê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê ya li hemû waran da dûpat kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî silav û rêzên xwe bi birêzan Serok û Serok Wezîr û Şêx Mihemed Bin Zayid El Nehyan gihand û spas û xweşhaliya xwe bi vexwendina wan derbirî û ragihand di demeke guncav ya ji bo her du aliyan de serdanê encam didin, her wiha peywendî û dostayetiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel serkirdayetî û Hikûmet û gelê Îmaratê bilind nirxand.
Nirxandina pêşketinên dawî yên Iraqê bi giştî, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Îmarat û girîngiya zêdetirê pêşxistina wan ya li warên aborî û bazirganiyê da, aliyeke dinê hevdîtinê bû.