Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Qeterê kir

2024-02-27T12:02:13.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Berî nîvroya îro sêşem 27.02.2024 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek da li gel birêz Sultan Bin Mubarek Elkubeysî, Balyozê nû yê Qeter li Iraqê, ji bilî pîrozbahiya ji bo destbikarbûnê û hêviya serkeftinê li erkê wî da xwest û xweşhaliya xwe bi asta peywendiyên Qeter li gel Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî û dûpat kir ku derfeteke baş ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina alîkariyên hevbeşê di navbera wan heye.

Ji aliyê xwe ve birêz Balyozê nû yê Qeterê, xweşhaliya xwe bi destbikarbûna xwe ya wekî Balyozê welatê xwe li Iraqê nîşan da, her wiha tekez li wê yekê kir ku hemû dergehên Qeter bi rûyê Iraq û Herêma Kurdistanê da vekirîne. Li vî derbarî de balkişand li ser wê yekê ku Qeter xwazyare li warên veberhênan, aborî, kultûrî û çendîn warên din de peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê pêş bixe.