Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike

2024-04-06T11:06:18.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe
Îro şemiyê 05.04.2024ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdanekê gihîşt Bexdayê.

Di çarçoveya serdana xwe da, birêz Serokê Herêma Kurdistanê dê digel Dr. Letîf Reşîd Serokomar û Mihemed Şiya Sudanî Serokwezîrê Iraqa Federal bicive, herwiha dê beşdarî civîna Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê û Çarçoveya Hevahengiyê bike.

Di dîdar û civînên xwe yên bi serkirde û berpirsên bilind yên Iraqê ra Serok Nêçîrvan Barzanî derbarê çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û çend mijarên din gotûbêjan bike.