Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan: Divê bi sîstema perwerde û xwendinê da pêdaçûnê bikîn

2021-09-19T12:40:09.000000Z
Gotar
Berî nîvroya îro yekşem 19.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya Konferansa Perwerdeyî ya Zanîngeha Amerîkî Kurdistan li Dihokê kir ku bi amadebûna birêz Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîr û berpirs û aliyên peywendîdarên warê perwerdeyê û xwendina bilind û Unicef û konsol û nûnerên welatan birêveçû.

Serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê kêşeyên warê perwerde û çawayiya çareserkirina wan de, gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:

Sipêde baş, bixêrhatin...

Cenabê Serok Wezîr, Serokê Zanîngehê, amadebûyên birêz, hûn hemû bixêrhatin. Ez bawerim demeke, zêdetirê berî salekê û dibe ku zêdetir jî bê, li gel Serokê Zanîngehê me behsa vê babeta perwerdeyê kir ku çi girînge bê kirin û ew reform û karên ku pêwîste li perwerdeyê da bêkirin, bikevê ber behs û lêkolînan. Xweşhalim ku hinek ji amadebûyan dibînim berê bi ciddî kar li ser vê babetê kirine û li vir amadene û bêguman vê konferansê dewlemendtir dikin.

Dixwazim wekî xwe tiştek ji we re bibêjim, ji bo min ev konferanse ewqas girîng bû ku li sefer bûyîn û hemû dakokiya min li ser ewe bû ku çawa bikarim di dema xwe da bigihim vê konferansê, wate min hemû tiştek kir bêyî wê yekê ku biçim nav naverokan, tenê ji bo beşdarîkirina vê konferansê da û birastî gelek xweşhalim ku îro li vê konferansê da beşdarim û hûn hemû bixêrhatin.

Ev konferans babeteke gelek girîng û pêwîste ji bo niha û ji bo paşerojê û nifşên bê, me pêkve kom dike. Perwerde bingeha serekiya hemû civakeke pêşketiye. Sîstemeke dirusta perwerdeyî, mîsogeriya niha û paşeroja geş ya nifşên piştî mene.

Sîstema perwerdeyî û xwendin li Herêma Kurdistanê, her li baxçeya zarokan ve heta qonaxên xwendina bingehîn û amadeyî, zanîngeh û xwendina bilind, pêwîstî bi pêdaçûneke ciddî û bingehîne. Pêwîstî bi çêkirin û çaksaziye bi awayekê ku li gel pêverên zanistî û standardên cîhanî ya îro ya xwendin û perwerdeyê da biguncê û bikarê teba û hevmilê wê pêşketinên bi lez bê ku rojane li hemû warên jiyanê da tê pêş.

Zanist û teknelojiya hinde bi lez pêşdikevin, eger em bi xwe pênekevîn û hewl nedîn li gel wan da biçîn, li paş dimînîn. Xerap jî dimînîn! pêşketina zanistî û teknelojî, têgeh û biha û têgihiştina nû jî li gel xwe da tînin û rewşa aborî û civakî û siyasiya nû dirust dike.

Pêşketin û pêşketinên nû hinde bi lezin, rûn û rewane ku em êdî nikarin û nabê dest bi awa û metoda kevina perwerde û fêrkirinê bigrîn û li ser berdewam bîn. Heta rojek zûtir bikevîn xwe û dest bi çêkirin û çaksaziya li kert û sîstema perwerdeyê da bikîn, ewende zûtir digihîn karwana civaka pêşketiya li cîhanê da. Ewqas cîh û pêgeheke baştir li paşerojeke nêzîk û dûr da ji bo welatê xwe desteber dikîn.

Birêzan...

Dikarê destpêşxeriyeke wekî vê konferansa îro li Dihokê, hengaveke girîng û bitîn û biryarderane bê, eger pêkve, biwêrane bîr û endîşeya xwe bixîn holê ji bo diyarkirina giriftên xwe ya li vî warî da, diyarkirina girifta perwerde, xwendin û xwendina bilind, divê li çarçêweya guhertinên civakî, aborî, siyasî, asayîş û teknelojiya nû da bê.

Pîşe û şarezayiya bîst yan sîh sal berê, dibe ku niha heman rol li jiyana gelek kesên ji me da nebînê! Eve proseyekî xwezayiye guhertinên civakiye. Proseya nirxandin û pêdaçûn û destnîşankirina kêmasiyan, wateya bawerî bi xwebûna me ve vedigerê. Wate wekî Hikûmet û Wezareta berpirs û peywendîdar, wekî gel û takê vê niştimane, li gel xwe da rastgo dibîn.

Dibînîn li welatên pêşketiyên xwedî teknelojiya herî nû û sermayeya xeyalî, şareza û pîsporên jêhatî ji gelek welatên dûr ve tînin, yan ew bi xwe rû li wan welatên derve dikin.

Ji bo çi?

Ji bo çi xelkê Hîndîstanê, Çîn û Koriya Başûr bi mînak, li hemû warên jiyanê da serkeftiyane li welatê xwe û li Ewrûpa û Amerîka, serdestê teknelojiya, zanist, bazirganî, sermayedarî, dahênan, ciwankarî û ciwanxwazin?

Welateke wekî Hîndîstanê bi mînak, ji bilî dîrokeke dirêj ya êrîşên derekî û dabeşbûn û kêmderametî û hejarî û zoriya hejmara nîştecihên wê, piştî çendîn salên ceribandin û taqîkirinê û lêkolîn û nirxandinên berdewam, hengavên gelek mezin avêtin. Niha kêm kompanyayên cîhanî hene, şareza û pîsporên Hîndî têda nebê!

Sedema serekiya destpêka vê serkeftinê, guhertinên bingehîn û serdemiyaneya sîstema perwerdeyê bû li hemû ast û li hemû qonaxan da. Hikûmeta Hîndîstanê bi hevkariya navdewletî û kadirê xwemalî û hemahengiya li gel alî û asta pêwîst da, proseya çêkirin û çaksaziyê kirin yek ji kiryarên serhildana şiyana welatê xwe.

Heman prose li Koriya Başûr, Sîngapûr, Çîn, Fînlenda, Şahnişîna Urdin, Rewanda û çendîn welatên din dûbare hatine kirin. Ji hev fêrbûn û danustandina bîr û program û ezmûnan, niha gelek ji berê hêsantire. Teknelojiya nû, gelek aliyên jiyanê û hevkariya di navbera gel û welatan hêsan kiriye.

Êdî em dikarin çi ji van ezmûnan fêr bibîn?

Çawa sûd ji wan werbigrîn?

Çawa wan bixîn xizmeta çêkirin û çaksaziya warê perwerdeya li Kurdistanê?

Dikarê hengavên serekî û girîng bi çend civîn û konferanseke wekî ewê îro destpêbike.

Bi wêrane, bê tirs, eşkere divê bi biryarên xwe yên kevin û nû biçîn. Wan bêxîn bin tîşkên lêkolînên akademî û zanistî, heta yarmetiya me bide têbigihîn û bizanîn li ku me şikestê aniye? Li ku em serkeftî bûne?

Bi van cûre bîrkirin, perwerdeya nû divê, ji bo wê yekê çêkirin û çaksazî li warê perwerde û xwendin li ser hemû astekê, encamên rast û dirust ji bo me desteber dike!

Divê bi hemû şiyanên xwe ve hewl bidîn nexşeya bingehîna paşeroja gel û niştimanê xwe ya ji bo îro û sibê dabirêjîn. Diyare em jî wekî hemû civakeke pêşketiyê vê serdemê, divê tekez li ser zanist, teknelojiya, endazyarî û bîrkariyê bikîn. Hûn ji min baştir dizanin ev çarineye pêkve çareseriyê girifta rojaneya zêdetirê tak û civak û hikûmetan dikin.

Niha, zanist gelek tixûban derbas kiriye, têgihiştina li dilopek xwînê ji bo serdana heyvê, zanista tenê yek kes û yek welat, birêve nabe. Her kesek, her neteweyek, yan her hikûmetek, dem û çavkaniya hizrî û darayî ji bo terxan bike, dikarê beşdar bê li geşepêdan û bikaranîna zanista li xizmeta mirovayetiyê da.

Şêwaz û tevgera bikaranîna vê çarîneya hela ji kar ji bo kesên bişiyan direxsênê. Geşbûnê bi aboriya welatê me dide. Peywendiya zanist û aborî û bazirganiya li gel cîhana me ya derve bihêz dike. Pîşesazî bêyî wan, bi hêsanî li çi welatek da rayê xwe danakutê. Pîşe, merc nîne tenê karê akademîk bê. Pîşesazî û çandin û bazirganî, şagird û şarezayiya li hemû warek da dixwaze.

Divê bi cûreyek bîr bikîn ku plana bîst sal û sîh salan me netirsîne! Divê bi wêrane û bi piştgîriya berdewam, dest li çîrokên xwe yên kevin berdîn û hengavên nû ber bi paşeroja gel û niştiman li projeya perwerdeya nû da bavêjîn. Bila Kurdistanê bikîn beşdariyeke bi wêr ya li warê perwerde û zanist, teknelojiya, endazyarî û bîrkariyê da.

Me sîstemeke perwerde û fêrkirinê divê ku li gel xwendina bilind wekî yek paket wiha bê û proseya perwerde û xwendinê her ji bexçeya zarokan heta temamkirina zanîngehê, temamkerê hevdû bê. Derçûyek berhem bîne, keseke bawerî bi xwe hebû, xwedî kesayetî, bîrker, rexnegir, serkirde, biryarder, destpêşxer û dahêner bê.

Bawerî bi danustandina bîr û ramanê û guftûgo û têgihiştinê hebê û li jiyan û muameleya rojane da, bi kirdar peyrew bike.

Amadebûyên birêz...

Niyaz û xwesta pêdaçûnê bi kerta perwerde û xwendin û baştirkirina li Herêma Kurdistanê, nû nîne. Ji bo niha û paşerojê jî, divê bi ciddî kar li ser bêkirin û li gor şiyanên berdest bibê yek ji ewlewiyet û karên me yên herî pêşîne ya li Hikûmeta Herêmê.

Ji bo eve, berê jî çendîn hengav hatine avêtin, wekî konferansa sala 2007 ku li hemû rûyek ve guhertinên bingehîn li sîstema perwerdeyê da kir. Her wiha amadekirina projeyasayek ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo perwerde ku felsefeya perwerde û hemû warên proseya fêrkarî û karubarên mamostayan û xwendekaran li xwe girtiye, lê belê dema xwe li Parlemen kar li ser nehate kirin! Niha Hikûmeta Herêmê nû kiriye bo ku bişîne Parlemen ku hengaveke baş û pêwîst û cihê rêz û destxweşiye li wan.

Divê girîngiyeke zêdetir bi jêrxana perwerdeyî, wekî binyatnan û dabînkirina avahî û taqîgehan bê dayîn, heta ku bikarê pêşwaziyê li xwendekar û xwendekarên nû bêkirin ku salane hejmara wan zêdetirê sed hezare.

Raste, programên xwendinê li Herêma Kurdistanê li rûyê zanistî ve li gor standardên cîhanê hatine danîn, lê belê li gel ewe da jî salane pêwîstî bi nûkirinê heye. Pêwîste zêdetir girîngiyê bi zimanê Îngilîzî û zimanên zîndiyên cîhanê bêdayîn wekî pêwîstiyekî serdem, li gel girîngîdana berdewam bi ziman û wêjeya şîrînê Kurdî û ziman û wêjeyê pêkhatên dinê Kurdistanê.

Birêzan...

Mamosta, girîngtirîn milê serkeftina proseya xwendine, ji bo wê yekê ji bilî girîngîdana bi jiyan û guzeraniya mamosta, divê berdewam rahênana wan bêkirin û li rûyê wanegotin, zanistî, civakî û derûnî ve geşbûnê bi taybetmendî û şiyanên wan bê dayîn, ji bo eve jî sûd ji alî û damezraweyên navdewletî û ezmûna welatên pêşketî werbigrê. Her wiha girîngiyekî taybet bi serpereştiyarê perwerdeyî bêdayîn ku yek ji milê girîngê kalîteya xwendin û zanist û kargêriya perwerdeyî ye.

Xaleke dinê herî girîng û pêwîst, girêdana bazara kar û aboriye bi perwerde û xwendinê ve. Mixabin li Herêma Kurdistanê xwendina pîşeyî lawaze û li rêjeya (li sedî pênc) derbas nabe! Ji bo wê yekê zêdetirîn destê karê biyanî li hemû cihên wekî hotel, xwaringeh, kargeh, hostakarî û zêdetirê warên pîşeya destî da tê dîtin. Di demek da li welatî herî pêşketiyên cîhanê ku xwedî aboriyeke bihêzin, xwendina pîşeyî li asteke zêde bilind daye.

Ji bo amadekirina destê karê pîşeger, li hemû waran da pêwîstiya me bi girîngîdaneke zêdetir û bi hejmareke zêdeyê xwendingehên û amadehî û peymangehên pîşeyî heye. Eve ji bo niha û paşeroja Herêma Kurdistanê gelek pêwîste û divê proseya xwendinê û perwerde bi awayek bê araste kirin ku pêdiviyên welat li avadankirin û binyatnan û li bazara kar û li her du kertên giştî û taybet de dabîn bike.

Nabê mebesta xwendinê tenê bi dest ve anîna bawernameyeke zanîngehê û yan xwendina bilind bê! Xwendin û bawername divê ji bo binyatnan û avadanî û pêşxistina welat sûda xwe hebê û bikarê kar pê bike, neku ji bo hurî û dariştina her kareke destî, neçar bibîn xelk ji derveyê Herêmê bînîn ji bo karkirinê! Ev şêwaz û awa bi tevahî şikest xwariye û êdî divê hewleke ciddî bidîn li Herêma Kurdistanê dawiyê pê bînîn!

Her li vê çarçêweyê da divê bi awayeke zanistî nirxandin û pêdaçûnê bi xwendina bilind û zanîngeh û xwendin û zanîngehên ehlî da bê kirin, girîngiyeke zêdetir bi lêkolînên zanistî bêdayîn.

Birêzan...

Ku behsa pêşxistina perwerde û gihîştina bi karwana pêşketina gelan dikîn, mebest bi tenê ewe nîne li warên zanistî û teknelojî û pizîşkî û endazyariyê da pêşbikevîn! Nexêr, li gel evan da, divê mileke girîngê perwerdeya me ewe bê ku mirov ava bikîn, mirovsaziyê bikîn.

Raste miroveke çekdar bi zanist gelek gelek pêwîste, lê belê li heman demê de me mirovek divê ku li rûyê rewşenbîrî, ruhî, fikrî û felsefî ve têr û hişyar û têgihîştî bê, ehlê kitêb û xwendinê, raman û bîrkirin û têgihiştina li wate û biha û têgeha ruhî û îrfanî û mirovî bê.

Li rojhilat bi giştî û li Kurdistanê jî sermaye û samaneke dewlemendê vê têgehê û cîhana ruhiya li şî'ir û edebiyat û çîrok û biserhatiyên kevin û nû yên me û gelên navçeyê da heye. Divê li proseya perwerdeya ruhî û mirovsaziyê da, sûd ji wan dewlemendiyan bibînîn.

Hezretî Xanî û Cizîrî, Nalî û Mehwî, Mewlana, Xeyyam û Şemsê Tebrîzî û dehan navên geşên din, dewlemendiyeke zêde li vê cîhana ruhî û edebî û felsefî û îrfanî de ji bo me bi cîh hiştine ku dikarê ruh û giyanê me av bide.

Hêviya serkeftin û derencam û raspardeyên binyatner û kirdarî ya ji bo konferansa we dixwazim ku bibê sedema ber bi pêşve birina perwerde li hemû rûyek ve Herêma Kurdistanê. Xweşhalim jî ku li vê konferansê da min beşdarî kiriye û ez bawerim eve destpêşxeriyeke heta bibêjî girînge ku Zanîngeha Amerîkî li Dihokê bi cîh dike û bi piştrastiyê ve cenabê Serok Wezîr jî, bila ewe jî ji we re bibêjim ku di dema xwe de yek ji xwendekarên herî zîrekan jî bû li xwendingehê, ew jî dikarê û wî nêrîn û dîtin jî heye dikarê yarmetîder bê. Bi hevkariya hemû aliyek bi hêviya xwedê bikarîn li vê proseyê da serbikevîn, eve kilîla serkeftina Kurdistanê ye, tiştên din hemû bi aliyek, lê belê karkirina li vê babetê ku bi xweşhaliyê ve cenabê Serok Wezîr û kabîneya neh ya Hikûmeta Herêmê dixwazin eve bibê ewlewiyeta yekemê Hikûmetê, bi yarmetiya hemû we aliyek bi hêviya xwedê serkeftî dibin li vê karê da.

Gelek spas.