2023-03-05T06:23:28.000000Z
Bîranîna 32 saliya Serhildana mezin a Adara sala 1991ê, li malbatên serbilindên şehîdên serhildanê, hemû şehîdên Kurdistanê, Pêşmerge yên qehreman û tevahiya gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan ve pîroz dikim. Em şehîdan bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin û rehmet û silavan ji canê wan yê paqij ra dişînîn.
Serhildan rabûneka girseyî ya dîrokî û yekalîker a cemawerê seranserê Kurdistanê, bi hemû çîn û pêkhateyan ve bû. Bi piştgiriya Pêşmerge û Eniya Kurdistanê li dijî sîtem û zilmê serîhilda. Pêşmerge û kurên Kurdistanê ji bo azadî, jiyan û paşerojeka baştir ji bo gelê Kurdistanê canê xwe xistin ser destan û rûbirûyê mirinê bûn.
Yekrêzî û biratî hêvênê serkeftina Serhildana Kurdistanê bû ku hemû destkeftên gelê Kurdistanê di warê azadî, parlamento, hikûmet, federalî û bi cîkirina mafên wan di Destûra Iraqa Federal da bi dest xistin. Nuha jî divê gelê Kurdistanê bi hemû hêz û aliyên siyasî ve ji serhildanê dersên serketinê werbigre. Divê yekîtî, hevgirtin, hevpejirandin û xebata hevpar bibe hêvênê serkeftinê û paşerojeke baştir ji bo gelê me.
Di vê helkefta bi rûmet da, em careke din tekez dikin ku divê em hemû bi hemû îmkan û hewlên xwe ji bona pêkanîna armancên pîroz ên serhildanê û xewnên ku şehîdan ji bo wan canê xwe bexşî bi hevra kar bikin. Çawa ku em bi hev re di serhildanê de bi ser ketin, gelê Kurdistanê bi hemû reng û pêkhateyan ve bi ser ket, niha jî serkeftin û dabînkirina paşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê tenê û tenê bi yekîtî, yekrêzî, bi hevrayî û hevqebûlkirinê da ye.
Serhildan bilind û bi rûmet be.
Bila ruhê şehîdan sax be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.05.2023