Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê yekemînên Herêma Kurdistanê xelat kir

2019-07-03T11:27:55.000000Z
Perwerde û Hînkirin
Îro çarşem 03/07/2019 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêwresmek da xelatan bi xwendekarên yekemînên Herêma Kurdistanê yên li Amadeyî û Nehê Bingehîn û Xwendina Pîşeyî û Olî û Nebîneyan bexşî.



Li rêwresmê da ku hejmarek birêzên ji Wezîr û Mamosta û kesayetiyên akademîk û kesukarên qutabî û xwendekaran amade bûn, birêz Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:

Qutabiyan û xwendekarên xweşdivî!
Roja we baş!
Hûn hemû bixêrhatin...

Gelek xweşhalim ku îro beşdarî li vê helkefta xweş ya we xwendekar û qutabiyên xweşdiviyên Kurdistanê da dikim. Serkeftina we cihê şadî û şanaziye. Bi dil ve, bi germî pîrozbahî û destxweşiyê li we dikim. Ji bo we hêviya serkeftinên berdewam dixwazim.

Dema beşdarî li helkeft û boneya serkeftina xortên wekî we da dikim, heta bibêjî, hest bi xweşhaliyê dikim.

Dizanin ji bo çi?

Ji ber ku şanaziyê dikim bi we kesên wekî we li welatê me da derdikevê ku hêviyê bi nifşa niha û ya paşaroja me dibexşê. Serkeftina we wefadariye ji bo nifşên pêş we, ji bo kesukarên we. Ji bo mamosta û her kesekî din ku li vê qonaxa jiyanê da yarmetiya we dabe.

Pîrozbahî û destxweşiyê li mamostayan û li dayik û bav û malbatên we dikim, ku li gel we westiyan û ked dan û hevkariya we kirin. We şevnixûniyê kir, westiyan, şev û roja xwe we kir yek û beşekî girîngê ji xewna serkeftinê li vê rojê de kire rastî.

Li van cûre dem û helkeftan de bîr li pêşeroja gel û welatê me dikim. Ji xwe re dibêjim: xwezî ewên ku ji bo dabînkirina niha ya me jiyana xwe gorî kirin, îro li ahenga xweşî û serkeftina we da beşdar bûbûyan. Niha ruh û giyanê wan şade ku xwe gorîkirina wan bi wefadariya we yên delal û xweşdivî padaşta wan tê dayîn.

We bi awayeke serkeftî qonaxekî girîngê xwendinê derbaskir, niha dest bi qonaxekî dinê girîngê xwendinê û jiyanê dikin. Li xwendina zanîngehê da, pîsporî û taybetmendî dixwînin. Xwe bi zanist û zanînê pirçek dikin, ji bo wê yekê ku her yek ji we li warekî taybet da xizmeta Kurdistanê û xizmeta mirovayetiyê bike.

Kurdistan çav li serkeftina we ye. Çavê wê li pêgihiştin û xizmeta weye, hêviya wê bi we ye. Hêviya wê li ser jêhatiyî û şiyan û zîrekiya we hatiye avakirin. Paşaroj li benda we ye. Wekî çawa li qonaxa derbasbûyî de hûn serkeftin, em li bendê ne ku li qonaxa nû û paşarojê da jî serkeftinê bi dest ve bînin.

Ezîzan!
Bêguman hûn wekî hemû hemwelatiyek, hêjayî jiyan û rewşeke baştir, şanseke baştir û jîngehekî perwerdeyî ya baştirin. Lê belê eger beramberiyeke niha li gel pêşerojê de bikin, dibînin ku ji bilî hemû dijwariyek jî we şansekî baş hebûye.

Nifşên berî we, bav û bapîrên me, tu demekî ev şansa we îro nebûye. Ewan bi xwîn û bi can berevaniyê li Kurdistanê dikir. Hemû xewna wan ewe bû li ser ax û warê xwe, azad û bi serbilindî bijîn. Berdewam li nava xebat û têkoşîn û Pêşmergeyetiyê da bûn, bo ku berevaniyê li niştîman bikin. Ji bo wê yekê ku îro, ji bo we yên nifşa nû pêkbînin.

Ewan xwe gorîkirinê bi jiyan û bi ser û malê xwe dan, ji bo ku hûn û hevpolên we bikarin li rewşeke dirust û baş da bixwînin û serkeftî bin. Ji bo wê yekê divê gelek baş nirxa îro bizanin. Divê herdem bi xwendin û fêrbûn, bi zanist û zanînê, bi serkeftin û xizmetê, padaşta xebat û têkoşîn û xwegorîkirina wan bidin. Em hemû deyndar û qerzdarê wanîn.

Beşekî zêdeyê vî gelî li êş û revîn û koçkirin û bombebarankirin û enfal û zîndan û nehametiyê ve, nû bi nû hengav berev jiyanekî bextewertir avêtiye. Hêviya me û hemû pêkhatên vî gelî, bi lawên wekî we pêkbên.



Xweşdiviyan!

Zanist û zanîn, bingeha jiyanekî serdemiyaneya pêşketine. Nexwendewarî û nezanîn û paşketiyî, kujîndetirîn derd û nexweşiya gelane. Rizgarî û serfiraziya gelan, li zanist û zanînê daye.

Hemû serkeftinekî we ya li xwendinê da, hengaveke berev jiyanekî serdemiyaneya pêşketî. Hengaveke berev avakirina paşarojekî geştir. Ji bo wê yekê daxwaz û şîreta me ji bo we (xwendin, xwendin û xwendin). Serkeftina her yekek ji we, serkeftina me hemûyane li her cîheke bîn.

Me hemûyan dît, zêdetirê li pênç salên derbasbûyî de, rewşeke dijwar û aloz me li Herêma Kurdistanê birêkir. Şer û kêşe û qeyran, hemû cumgeyên jiyanê sist û perîşan kiribû, zêdetirê kar û proje rawestabûn. Li gel ewe da jî proseya xwendin û fêrkirinê li Herêma Kurdistanê ranewesta.

Gedeyên qehremanên Kurdistanê, Pêşmerge û hêzên asayîş û xwebexşan, merdane li bereya ceng da, berevaniyê dikirin, mamostayan jî li pol û holên xwendinê da, waneyan digotin. Dilsozane rûbirûyê rewşê bûn. Ji bilî hemû dijwariyek, nehiştin proseya xwendinê rawestê. berevaniyê kirin û berdewam bûn li fêrkirina xwendekarên delal.

Li vir da serê rêz û hûrmetê jî ji bo giyanê pîrozê şehîdan diçemînîn. Ewan singê xwe dane ber gulle, bo ku hûn bikarin bixwînin. Ji bo we jiyan li vî welatî da ranewestê.

Rêz û spas, pêzanîn û destxweşî ji bo wan mamostayên birêz dûpat dikîn ku gelek dilsoz bûn û bi başî rewşa Herêma Kurdistanê têgihiştibûn. Nehiştin zarok û gedeyên Kurdistanê ji perwerde û fêrbûnê bêne veqetandin, spasiya wan dikim û destxweşiyê li wan dikim.

Ezîzan!
Piştî şer û alozî, niha qonaxekî nû li Herêma Kurdistanê dest pêdike. Bi hêviyê ve li paşarojê temaşe dikîn û bi baweriyeke zêdetir hengavan diavêjîn. Kar dikîn ji bo wê yekê ku bingeheke baştirê perwerdeyê ji bo zarokên me bi keç û kuran ve birexsê.

Li reform û çaksaziyê de berdewam dibîn, heta sîstemekî perwerdeyî ya baş û serdemiyane cîgîr dikîn. Her çi li şiyanê de bê, sûd ji plan û peyrew û bikaranîna teknelojiya nû bi baştirîn awayî ji bo perwerde û fêrkirinê werdigrîn. Bi hemû warên xwendinê li her dû kertên giştî û kertê taybetî da pêşvetir dibîn.

Divê sîstema me ya perwerdeyê zêdetir li ser bingeha hezkirin û xweşdivî û girêdayî bi niştîman ve bê, hestê berpirsiyarî û bawerî bi xwebûn, lêborîn, pêkvejiyan, firehrengî, jîngeparêzî û jiyandostiyê pêş bixîn. Divê fêrbûn û zanist û pêşketin, wekî bihayekî bi nirxê mirovayetiyê bê dîtin.

Daxwaz û hêviya me ji bo serkeftina li xwendinê, ji bo astekî bilindê zanist û zanînê bêsînore. Ji bilî hemû cûdahiyên me, hêjayî paşarojeke baştirîn ji bo nifşê niha û nifşê me yê paşarojê.

Serkeftina nifşê nû li xwendin û fêrbûn û şarezayî li zanist, teknelojiya, endazyarî, pizîşkî, civaknasî, derûnnasî, dîrok, babetê peywendiya mirovayetî, çand û huner, civaka me, bi piştrastiyê ve berev paşarojeke geştir dibe. Paşaroj ji bo we û li destê we daye.

Xweşhalîn ku amarên îsal rêjeya zêdetirê serkeftinê nîşan didin. Birêvebirin û teknîka baştir li birêveçûna taqîkirinê da bikarhatiye. Xwendin ji bo nêr û mê cûdahî nemaye û çûna ber xwendinê ji bo her dû regezan wekî yeke. Nêzîkî li sedî şêstê rêjeya mamostayan jinin. Eve hemû hengavên dilxweşkerin, lê belê bêguman çavê me li asta bilindtir û li kalîteya baştira xwendin û fêrkirinê ye.

Divê girîngiyeke zêdetir bi xwendina pîşeyî bê dayîn û warên xwendinê li gor pêdiviyên Herêma Kurdistanê û bazara kar bêne araste kirin. Taybetmendî û pîsporî li gor pêdiviyê bêne berfireh kirin û plana baştir bo beş û pîsporî û warê xwendinê bêne destnîşan kirin.

Li vir da destxweşiyê li Wezaret û Wezîrê Perwerdeyê birêz Dr Piştîwan Sadiq, Tîma Wezaretê her hemûyan ve û yek bi yek, hemû mamostayan, serpereştiyar û perwerdekar û dayikan û bavan dikim, hewl û keda wan û şevnixûniya wan bilind dinirxînim.

Dûbare ji vir ve pîrozbahî û destxweşiyê li hemû qutabiyan û xwendekarên xweşdivî dikim ku li beşa zanistî, wêjeyî, bingehîn, pîşeyî, bazirganî, çandin, turizm û geştuguzar, xwendina olî û nebîneyan, li rêzbenda pileyên yekemin li ser asta Herêma Kurdistanê. Ez hêvîdarim mînakên we yên wiha roj bi roj zêdetir bibê li Herêma Kurdistanê, bêguman û bi piştrastiyê ve we gelek hewl daye heta bigihin vê astê, destxweşiyê li we dikim û spasiya we dikim û hêvîdarim berdewam bin. Wekî pêştir jî min got paşaroja vî welatî li destê we de dibê, em hemû aliyek piştrast bîn ku ew dest destekî yê baweriyê ye.

Pîroz bê li we, bixêrhatin.

Gelek spas