2019-07-04T10:00:14.000000Z
Li hevdîtineke birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêzan François Sénémaud Nûnerê Taybetî yê Serokê Fransa yê Karubarê Sûriye û Dominique Mas Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê û şandekî li gel wan, silav û rêzên birêz Emmanuel Macron Serokê Fransa, ragihandin û dûbare pîrozbahiya destbikarbûnê li rêzdar kirin. Her wiha berdewamiya piştgîriya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa dûpat kirin.
Li civîna ku berî nîvroya îro pênçşem 04/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasî piştgirî û hevkariya berdewamiyên Fransa û birêz Serok Macron ya ji bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî li qonaxên dijwar da û tekez li ser zêdetir pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa ya li hemû waran da kir.
Nirxandina rewşa Sûriye, hewlên navdewletî yên ji bo çareserkirina qeyrana wî welatî, vegerandina aramî, rexsandina aştî, pêşketinên dawî yên navçeyê û proseya siyasiya li Herêma Kurdistanê, babetên dinên vê civînê bûn