Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî Koriya civiya

2019-07-03T06:09:34.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Li civîneke birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel şandekî Koriya Başûr bi Serokayetiya birêz Han Byong Dû Şêwirmendê Serokê Koriya Başûr yê Karubarê Derve de, şanda mîhvan ji bo wergirtina posta Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya birêz Serok Komar û Serok Wezîr û xelkê Koriya bi birêz Nêçîrvan Barzanî ragihand û dostayetiya xelk û Hikûmeta Koriya Başûr ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kirin. Her wiha hêviya zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan ya, li hemû waran da û bi taybetî li warê veberhênanê da ji bo Herêma Kurdistanê xwest. Pêşketinên Herêma Kurdistanê ya li hemû waran da jî bilind nirxand.

Li civîna ku berî nîvroya îro çarşem 03/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, şanda mîhvan birêz Serokê Herêma Kurdistanê vexwend ku li derfetekî guncav da serdana Koriya Başûr bike.

Ji aliyê xwe ve birêz Serokê Herêma Kurdistanê, ji bilî bi kurtî pêşkêşkirina rewşa îro ya Herêma Kurdistanê spasî pîrozbahiya Serok Komar û Serok Wezîr û xelkê Koriya Başûr û vexwendina rêzdar ya serdana Koriya kir û dostayetî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Koriya Başûr ya li hemû waran da dûpat kir ku di dema hebûna hêzên Zeytûn û rêxistinên nehikûmiyên Koriya Başûr li Herêma Kurdistanê dirûst bûn û hevkarî û projeyên xizmetguzariyê pêşkêşî xelkê Herêma Kurdistanê kirin.