2019-06-29T09:07:46.000000Z
Encumena Asayîşa Navdewletî rola Herêma Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorê û hewandina koçber û penaberan û parastina pêkhatên olî û neteweyiyan bilind nirxand û xweşhalî û piştgîriya xwe ji bo asayîbûn û berev pêşveçûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê nîşan da.
Îro şemî 29/06/2019 li Bexda birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêzên her panzdeh Endamên Encumena Asayîşa Navdewletî li gel birêz Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê civiya.
Li civînê de ku xanima Dr Vala Ferîd Seroka Parlemena Kurdistanê û Nûnerên Wezareta Derveyê Iraqê û hejmarek ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûn, Endamên Encumena Asayîşa Navdewletî xweşhaliya xwe bi civîna li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê derbirî û pîrozbahiya destbikarbûnê li rêzdar kirin.
Ji aliyê xwe ve birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi kurtî di derbarê rewşa dijwara derbasbûyî ya Herêma Kurdistanê û şerê Da'îş û qonaxa niha û nêrîna xwe ya ji bo paşarojê pêşkêş kir û dûpat kir ku Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina peywendiyên li gel Hikûmeta Iraqê û bi cîhkirina maddeya sed û çil û çareserkirina kêşeyên di navbera wan li ser bingeha destûr, pêwîstî bi rol û piştgîrî û hevkariya Neteweyên Yekgirtî heye.
Rêzdar tekez li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û Hevpeymaniya Navdewletî ya Rûbirûbûna Metirsiyên Terorê kir, bi taybetî jî li navçeyên maddeya sed û çil û li vî derbarî de girîngiya hevkariya Neteweyên Yekgirtî dûpat kir. Her wiha spasî rola Hevpeymaniya Navdewletî û Unami ya li piştgîrîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê û têkşikandina terorê kir.
Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî, pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û welatên cîran, çaksazî û derfetên kar û veberhênana li Herêma Kurdistanê, avadankirina navçeyên ziyanlêketiyên şerê terorê û vegerandina koçberan li ser warên wan, babetên dinên vê civînê bû.