Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Boris Johnson kir

2019-07-23T15:22:12.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li nameyek da bi boneya hilbijartina bi Serokê Partiya Parêzgarên Brîtanya pîrozbahiyê li birêz Boris Johnson kir û hêviya serkeftinê li kar û erkê wî yê nû da xwest ku eve jî naveroka wê ye:

Birêz Boris Johnson!

Bi boneya hilbijartina we ya bi Serokê Partiya Parêzgaran pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we dikim. Bêgumanim ku ezmûn û serkirdayetiya we yên birêz ji bo paşaroja Şahnişîna Yekgirtî gelek girîng û sûdbexş dibin.

Herêma Kurdistanê şanaziyê bi peywendiyên xwe yên li gel Şahnişîna Yekgirtî dike û hêvîdarim li bin serkirdayetiya we yên birêz ya wekî Serokê Partiya Parêzgaran û Serok Wezîrê Şahnişîna Yekgirtî, peywendî zêdetir pêş dikevin.

Rola ber bi çav ya Şahnişîna Yekgirtî li piştgîrî û yarmetîdana Iraq û Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî terorê gelek girîng dinirxînîn. Li bin serkirdayetiya we yê birêz da, Herêma me hêviya berdewamiyê bi wê piştgîriya Şahnişîna Yekgirtî ya ji bo parastina aramiya wê beşa girînga Rojhilata Navîn dixwazîn.

Li gel rêz da...

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
23.07.2019