Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê nameyekî ji Wezîrê Derveyê Fransa wergirt

2019-07-18T15:31:15.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, nameyekî Jean Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa wergirt. Li nameyê da ku berwara doh 17ê temmûza 2019 li sere, birêz Wezîrê Derveyê Fransa pesnê rola Serok Nêçîrvan Barzanî ya li Serokayetîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema derbasbûyî de dike û bi baweriyê ve li rola rêzdar ya li paşarojê de dibîne. Eve jî naveroka wê nameyê ye:

Cenabê Serok!

Piştî ew xweşhalî û şerefa ku pêşwazîkirina we ya li Parîsê li 10ê temmûzê bi min hate bexşîn, min bi pêwîst zanî carekî din germtirîn pîrozbahiyên xwe bi hilbijartina we ya wekî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ji bo we nû bikim û hêviya serkeftinê ji bo we bi cîh gihandina berpirsiyariya mezin da bixwazim ku piştî niha êdî yê we yên birêze. Her wiha dixwazim spasiya we bikim ji bo wê guftûgoya binyatneraneya ku di dema serdana we da û li keşûhewayeke pir bi baweriyê de hebû.

Di demên çend salên derbasbûyî, li çendîn derfet da, min pêzanîneke zêde ji bo jêhatîbûna we ya weku serkirde hebû û hesta we ya bepirsiyariyê, bi taybetî jî di dema wê qeyrana li referandûma serbixweyiyê de hate holê ku hewlên hevbeşên me bûn sedema nermkirina wê girjiya gefê li aramiya Iraqê dikir. Her wiha dixwazim destxweşiyê li rola we yekalîker bikim ku di demên çend heyvên derbasbûyî de, li kûrkirina peywendiyên di navbera desthilatdarên Iraq û desthilatdarên Kurd de we encamda.

Dewlemend bi deh salên derbasbûyî wekî Serokê Hikûmeta Herêmê, we ezmûn û şerîeteke tevahî heye ji bo birêvebirina siyasetekî pir bi hêvî ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêr û bi hêzkirina asayîşa herêma we û Iraqê bi giştî beramber her metirsiyekî serhildana terorîzma cîhadî û bi cîhkirina reformên pêwîst yên ji bo xweşguzeraniya Kurdistana Iraqê.

Fransa di dema aştî da li gel we dimînê wekî çawa di dema cengê da li gel we bû, wefadarê wan peywendiyên dîrokî û li pêşînên me pêkve girê didin ku cengê dijî Da'îş wan peywendiyan zêdetir bi hêz kir û pêdagîriyê li ser girêdayîbûna xwe ya ji bo rêzgirtina li hêviyên Kurd li çarçêweya Iraqekî yekgirtî û federal û demokratîk da digrin. Dikarin piştrast bin li ser sûrbûna me ya ji bo kûrkirina hemahengiya me ya li gel Herêma Kurdistana Iraqê li hemû waran da.

Rêzdar Cenabê Serok, tika dikim ku baweriyê bi pesnên minên bêpayan bikin.

Jean-Yves Le Drian