2019-07-30T05:54:35.000000Z
Li hevdîtineke birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Nee Ruchi Konsolê Giştî yê Komara Çîn a Mîllî li Herêma Kurdistanê û şandekî li gel da, birêz Ruchi ji bilî pîrozbahî û xwestina hêviya serkeftinê ji bo rêzdar ya li posta Serokê Herêma Kurdistanê da, daxwaza welatê xwe ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir û bi kurtî di derbarê çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir.
Li hevdîtina ku berî nîvro ya îro sêşem 30/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser peywendiyên Herêma Kurdistan û Çînê li warên aborî, bazirganî, pîşesazî, rewşenbîrî û kultûrî, perwerde û xwendina bilind û berev pêşve birina wan kir û li vî derbarî de amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo her hevkarî û hemahengiyek de nîşan da.
Nirxandina rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û qonaxa avadankirina piştî şerê Da'îş û hemahengiya zêdetirê di navbera kertê taybetî ya her dû aliyan ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê, babetên dinên vê hevdîtinê bûn.