Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Daxuyaniya civîna Serokê Herêma Kurdistanê li gel partî û aliyên Kurdistaniyan

2019-10-16T13:59:54.000000Z
Daxuyanî
Îro çarşem 16/10/2019 li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li Hewlêr, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêzên sekreter û serok û nûnerên partiyên beşdarên Parlemena Kurdistanê civiya.

Bi nêrîna hestkirina bi hestiyariya vê qonaxa navçeyê û Iraq û Herêma Kurdistanê têda derbasdibe û bi mebesta danustandina bîr û ramanan û yekxistina helwesta aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê, li ser daxwaza fermî ya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ev civîn hate rêkxistin.

Mijarên civînê pêkhatibûn ji nirxandina rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federal, girift û aloziyên navçeyê, bandorên tevgera serbazî li Sûriye û lêkeftên wê yên li ser Herêma Kurdistanê û çawayiya muamelekirina Herêmê li gel rûdanan da.

Di derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, hemû amadebûyan kok bûn li ser pêwîstiya berdewamiya van civînan bi awayeke dewrî li gor bernameyekî dariştî, ji bo vê hengavê jî Serokayetiya Herêma Kurdistanê wekî bilindtirîn damezraweya destûrî û yasayî û niştimaniya Herêma Kurdistanê û sêwana komkirina hemû aliyan û pêkhatan, bi guncawtirîn cîh zanîn ku berdewamiya vê proseyê bide.

Amadebûyan hevdeng bûn ku erk û mafên niştimaniyan yê hemû aliyan û pêkhatên Herêma Kurdistane û divê ew erk û maf li ser bingeha hevniştimanîbûn bê piyade kirin û hemûyan bi opozîsyon û desthilatê ve têda beşdar bibin.

Di derbarê rewşa seranseriya Iraqê û peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê, civînan bi pesend zanîn ku hemû alî şiyanên xwe yek bixin û bi yek gotar li gel Hikûmeta Federal û aliyê siyasiyên Iraqê guftûgo bikin ji bo mîsogerkirina mafên gelê Kurdistanê li babetên budçe û çareseriya navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê li gor destûr û hemû mafên dinê Herêma Kurdistanê bi rêya guftûgoyekî ciddî û damezraweyî. Her wiha karkirina ji bo pêkanîna Federasyona Fraksiyonên Kurdistaniyan li Encumena Nûneran û yekxistina hemû şiyanên wan li Serokayetiya Komar û Hikûmeta Federalî û Nûnerên Herêma Kurdistanê li Encumena Nûneran, bi pêwîst zanî. Civînê de tekez li ser pêwîstiya Iraqê bi aramî û berçavgirtina rewşa hestiyara navçeyê û daxwazên rewayên hemwelatiyan û dûrketina ji tundutîjî û parastina damezraweyên dewletê kirin.

Di derbarê rewşa Sûriye û aloziyên serbaziyên navçeyê, civînê de bi girîngiyê ve helwest li ser vê babetê kirin û bi pesend zanîn siyasetekî rastiyane li ber bê girtin ku parastina berjewendiyên gel û axa Herêma Kurdistanê têda parastî bê û damezraweyên Herêm û aliyên siyasiyan hemû şiyanên siyasî û dîplomasiyên xwe ve hewl bidin her çi zûtir dawî hatina bi şer û çareserkirina kêşeyan bi çareseriya aştiyane û guftûgoyan ku mafên tevahiya pêkhatên Sûriye têda mîsoger bê.

Aliyên beşdarbûyên civînê:

– Partiya Demokrata Kurdistanê

– Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

– Tevgera Goran

– Komela Îslamiya Kurdistanê

– Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê

– Hevpeymaniya Yêkîtiya Neteweyî

– Partiya Geşepêdana Turkmenî

– Partiya Soşyalîst Demokrata Kurdistanê

– Partiya Komunista(Şuî) Kurdistanê

– Tevgera Aşûrî

– Bereya Turkmenî

– Partiya Karker û Kedkarên Kurdistanê

– Partiya Çaksaziya Turkmenî

– Encumena Gelê Kildanî Siryanî Aşûrî

– Lîsta Mîllet

– Lîsta Ermen