
Sipêdehiya îro çarşem 11.06.2025 bi amadebûna cenabê Serok Barzanî û birêzan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên bilindên hikûmî û hizbî û dîplomatkaran û kesayetiyên olî û rêheval û malbata wî, rêwresmek ji bo pêşwaziya li termê xwedê jêrazî Kerîm Şingalî li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê hate saz kirin.
Piştî ku doh li nexweşxaneyeke Ebudabî ya li Îmarat koça dawî kir, sipêdehiya îro termê xwedê jêrazî bi hevkariya aliyên peywendîdarên Îmaratê, gihîşte Hewlêrê.








