Îro sêşemî piştî nîvro 15.10.2024ê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Dr. Mihemed Alhesan Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û Serokê Nû yê Tîma Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) kir
Di hevdîtinê da Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz Alhesen kir û hêviya serkeftinê jê ra xwest. Herwesa hemû piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistna erkê UNAMI nîşan da.
Ji aliyê xwe ve birêz Alhesen kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê jî kir ku hevkariya Tîma Neteweyên Yekbûyî li Iraqê kirine.
Her du alî li ser hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û rewşa pêkhateyan bi taybet Êzdiyan gotûbêj kirin. Di vê derbarê de Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkariyên Netewên Yekgirtî bo Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan kir.
Di derbarê kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da jî, Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir ku tenê çareserî cîbicîkirina destûrê û parastina aramî û seqamgiriya Iraqê ye û herwiha başkirina rewşa Êzdiyan û vegerandina aştiyê û aramiyê ji bo deverên wan e û vegerandina penaberan bo ser milk û malên wan bi pêwîst û girîng zanî.
Herwiha di civînê da çend mijarên din ên xwedî berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Serok Barzanî digel Serokê nû yê UNAMIciviya
2024-10-15T10:56:00.000000Z