Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê kir

2025-04-22T11:12:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Nîvro ya îro sêşema 22.04.2025 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi birêz Irfan Siddiq Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê re ji bilî bixêrhatinê, hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê yên ji bo serxistina erkê wan de dûpat kir.



Cenabê wan ji bilî pesnê peywendiyên Brîtanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, tekez li ser xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo bihêzkirina peywendiyan û alîkariyên hevbeş bi Brîtanya re li warên cûda de kir.



Ji aliyê xwe ve birêz Balyozê nû yê Brîtanya, xweşhaliya xwe bi serdana xwe ya Hewlêrê derbirî û tekez li ser xwesta welatê xwe ya ji bo berdewamî û pêşxistina bi alîkariyên hemû cûreyekê bi Herêma Kurdistanê re li ser bingeha berjewendiya hevbeş de dûpat kir. Her wiha rola Herêma Kurdistanê li çespandina aramî û pêkvejiyana li Iraq û navçeyê da, bilind nirxand.



Pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.