Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî beşdariya behîya Şahbanûya Elizabeth II kir

2022-09-19T10:50:26.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di duyemîn roja serdan û beşdarîkirina di merasima sersaxî û xatir xwestina ji Şahbanûya Elizabeth II, îro roja dusemê 19.09.2022ê, digel Serok û rêberên cîhanê û bi hevalînîya Balyozê Iraqê Şaneşîna Yekgirtî, beşdarî di civîna sersaxiyê ya Şahbanûya Elizabeth II kir ku li Westminster Abbey li Parlamentoya Şahnişîna Yekgirtî hatibû saz kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî duhî êvarî, roja yekşemê, 18.09.2022ê, li ser vexwendina fermî ya Hikûmeta Brîtanyayê gihiştibû Londonê û digel serok û rêberên cîhanî li Koşka Şahaneyê ya Buckingham li Londonê beşdarî di merasima sersaxî û xatir xwestina ji Şahbanûya xwedê jêrazî Elizabeth II Şahjina Şahnişîna Yekgirtî bû û li ser navê xwe, gel û hikûmeta Kurdistanê sersaxiyê li rêzdar Şah Charles III, Malbata Şah, gel û Hikûmeta Brîtanya û welatên nêzîkî Britanya (Commonwealth) xwest.