2023-10-06T11:59:26.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja pêncşemê 05.10.2023ê li Hewlêrê, beşdariya merasima bîranîna Roja Niştimanî ya Almanyayê ku bi "Roja Yekgirtinê" tê naskirin û ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Almanyayê li Hewlêrê hatibû rêkxistin, kir.
Di merasîmê da, birêzan nûnerên cenabê Serok Barzanî, Serokwezîr, hejmareke berçav ji berpirsên payebilind yên Herêma Kurdistanê, diplomat, nûnerên welatên biyanî, komeleyên sivîl, kesayetî û mêhvanên ji pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê amade bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Roja Niştimanî ya Almanyayê pîrozbahiyê li Almanya kir û hêviya serkeftin û pêşkeftina berdewam ji bo wan xwest û spasiya amadekar û karmendên Konsulxaneya Almanya li Herêma Kurdistanê ji bo vexwendin û rêkxistina wê ahengê kir.