Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî beşdariya merasima Roja Niştimanî ya Îmaratê kir

2023-12-03T07:31:17.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja şemiyê 02.12.2023ê, li bajarê Dubaiyê beşdariya merasima Roja Niştimanî ya Îmaratê kir.

Merasim hevdem bû digel berdewamiya xebat û çalakiyên Konferansa Guhertina Av û Hewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP28) bi beşdariya mêvan û beşdarên konferansê hate lidarxistin.

Di merasimê da, birêz Serokê Herêma Kurdistanê li ser navê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Serokê Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan û gelê Îmaratê kir û hêviya serkeftin û pêşketinên berdewam ji bo wan xwest.

Serok Nêçîrvan Barzanî pêr roja pêncşemê li ser vexwendina fermî ya Serokê Îmaratê ji bo beşdarbûna vekirina Lûtkeya COP28 gihîşte Dubaiyê û di çarçoveya wê konferansê da hevdîtin digel hejmareke ber bi çavê serok ê padîşahên welatan pêkanî.