Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî beşdariya merasima vekirina COP2 kir

2023-12-02T12:50:05.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro înê danê sibê 01.12.2023ê li bajarê Dubayî li Îmaratê, digel hejmareke ber bi çav ya serok, padîşah û serkirdeyên welatan beşdariya merasima vekirinê ya kar û çalakiyên Lutkeya Konferensa Neteweyên Yekgirtî ya ji bo guhertina av û hewayê (COP28) kir.

Herwesa êvariya îro û her di çarçoveya çalakiyên konferansê da, Serok Nêçîrvan Barzanî digel hejmarek ji serkirde û mêvanên konferansê, beşdariyê di merasima dabeşkirina xelata (Zayed Sustainability Prize) ku, xelateke cîhanî pêşenge li Îmarata Erebî û ji bo kompanyayên biçûk û navîn, NGO û xwendingehên amadeyiyê yên ku hizir ê fikrên çareseriyê bi berdewamî pêşkêş dikin tê dayîn.

Yên ku îsal bi vî xelatî hatine xelatkirin çalakvanên av û hewayê ne ku hewl dane û karîne îsbat bikin ku ji pirsgirêk û encamên zêdebûna nifûsê ra çareseriyên nûjen bibînin, bêyî ku bandorek neyînî li ser jîngehê bike.