![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2022/09/NB_Beshdari-Rewresmi-Peshwazi-Weziri-Dedrewey-UK-19-9-2022.jpeg)
2022-09-19T17:39:14.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 19.09.2022ê li Londonê, piştî dawî hatina merasimên sersaxiya Şahjina xwedê jêrazî Elizabeth II, li Westminster Abbey li Parlementoya Şahnişîna Yekgirtî, beşdariyê di merasima pêşwaziyê ku ji aliyê James Cleverly Wezîrê Derveyê Brîtanyayê ve ji bo beşdarên merasimên sersaxiyê û xatir xwestinê ji Şahjin Elizabeth II, li Church Haus li Londonê hatibû amadekirin. Di vê merasimê da Serok Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê di deftera tomarkirina pirsenameyên ji bo Şahjina xwedê jêrazî nivîsî.
Ev du rojin Serok Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Hikûmeta Brîtanyayê li Londonê ye. Di nava van du rojan da Serokê Herêma Kurdistanê digel serok û rêberên cîhanê beşdarî di sersaxiyê û merasimên dawî yên xatir xwestinê ji Şahjin Elizabeth II Şahjina Şahnişîna Yekgirtî da kir.

![](/uploads/old_images//2022/09/NB_Beshdari-Rewresmi-Peshwazi-Weziri-Dedrewey-UK1-19-9-2022.jpeg)
![](/uploads/old_images//2022/09/NB_Beshdari-Rewresmi-Peshwazi-Weziri-Dedrewey-UK2-19-9-2022.jpeg)