Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî beşdariyê di şîna Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan da kir

2022-05-16T16:45:06.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 16.05.2022ê ji bona beşdarîkirina di şîna xwedê jêrazî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan Serokê koçkirî yê Îmaratê, gihişte Ebu Dabî û ji aliyê rêzdar Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan, Serokê Îmaratê ve hate pêşwazî kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê xwe û li ser navê gelê Kurdistanê ji Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan, malbata birêz ya Al Nehyan, hikûmet û ji gelê Îmaratî re sersaxiyê xwest, hevxemî û hevsoziya xwe pê re parve kir û hêvî xwest ku Xwedayê mezin rehmetî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û sebir û hedarê bi hemû aliyan bide.

Rêzdar Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan Serokê Îmaratê, ji aliyê xwe ve, bi navê xwe û malbata xwe ya birêz û Serokayetiya welatê xwe, ji bo beşdarîkirin û hevbeşî ya Serok Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê ra di şîna wan da spasî kir û careke din, bi navê xwe û welatê xwe, dostanî û hevsoziya Herêma Kurdistanê digel Îmaratê bilind nirxand.

Şandeya bi Serok Nêçîrvan Barzanî ji Mistefa Seyid Qadir Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Qubad Talebanî Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û Fewzî Herîrî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê pêkhatibû.