Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Brîtanya yê li Iraqê re civiya

2024-10-09T12:38:00.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 09.10.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Di civînekê da pêşkeftina têkeliyên Brîtanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, rewşa giştî ya Iraqê, rewşa navxwe û hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da hate gotûbêjkirin.

Her du alî tekez li ser girîngiya lidarxistin û serkeftina hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê kirin û hêviya serkeftinê ji bo proseya dengdanê xwestin. Di derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da hevfikir bûn ku bi diyalog û lihevtêgihiştinê çareser bikin. Di vê derbarê da Serok Nêçîrvan Barzanî lihevhatina hevbeş a di navbera Hewlêr û Bexdayê weke kilîta aramiya Iraqê bi nav kir.

Rewşa Rojhilata Navîn û metirsiya zêdebûna aloziyan di civînê da gotûbêj kirin. Her di vê derbarê da her du alî tekez li ser parastina aramî û ewlehiya deverê û xwe dûrgirtina zêdetir a şer û pevçûnan û encamên wê kirin.