Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Fransayê re civiya

2025-10-14T19:46:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvara îro Sêşemiyê 14/10/2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Patrick Durel, Balyozê Fransayê li Iraqê kir.


Di hevdîtinê de, wan tekez li ser pêşxistina pêwendiyên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin û bal kişandin ser qadên hevkarîya hevbeş. Her wiha derbarê rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexdayê û gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de, danûstandina bîr û ramanan kirin.


Her du alî li ser girîngiya serxistina pêvajoya siyasî û serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û parastina aramî û ewlehiya welêt, herwiha li ser xurtkirina hevkariya di navbera hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê de hevnêrîn bûn.


Di beşeke din a hevdîtinê de, ku birêz Yann Braem, Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê amade bû, wan bi giranî behsa pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û gavên wê yên dawî kirin, herwiha rewşa Sûriyeyê û rêkeftina rawestandina şer li Xezayê jî gotûbêj kirin.