Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Bi Birêz Ammar El-Hakîm Re Civiya

2025-11-18T12:17:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Îro, nîvro sêşemî 18/11/2025 li Dihokê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Semahetî Seyîd Ammar El-Hakîm, Serokê Rewta Hikmeya Nîştimanî, kir.


Di civînekê de, rewşa siyasî ya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinên Encumena Nûneran hat ronîkirin, herwiha li ser peywendiyên Hewlêr – Bexdayê û gotûbêjên çareserkirina wan de, danustandina bîr û ramanan kirin.


Di mijareke din a civînê de jî, tekezî li ser girîngiya berdewamiya hemahengiyê û karê hevbeş di navbera aliyan de ji bo serkeftina pêvajoya siyasî û parastina aramî û ewlehiya welat, kirin.