
Îro êvarê, sêşem, 07.10.2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Seyîd Emar El-Hekîm, Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî ya Iraqê û şandeke pêre kir.
Di civînê de, rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, pêvajoya siyasiya li welat, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên dahatû yên Encûmena Nûneran a Iraqê û rewşa herêmê hatin nirxandin.
Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Iraqê, bi taybetî pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, û lihevhatin û hevkariya di navbera aliyên siyasî û pêkhateyan, ji bo rûbirûbûna astengiyan û parastina aramî û ewlehiya welat kirin.
