Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê re civiya

2025-02-14T16:41:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munchenê da roja înê 14.02.2025ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Eymen Husên Ebdullah Sefadî Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve û Karûbarên Koçberan yê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê re civiya.

Peywendiyên di navbera Urdin, Iraq û Herêma Kurdistanê, di civînê da, hatin gotûbêj kirin û herwiha, ronahî xistin li ser çawaniya bihêztirkirina hevkariyên hevbeş di warên siyasî û aborî û pêşhatên dawî yên li deverê da.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser girîngiya peywendiyên bi Şahnişîna Haşimî ya Urdinê û balkişand li ser rola bi bandor ya Urdinê ya di piştevanîkirina aramiya navçeyê da û dupat jî kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze hevkariyên hevbeş bi Urdinê re pêş bixe.

Ji aliyê xwe ve, birêz Eymen El-Sefadî pêdagirbûna Urdinê bi bihêzkirina peywendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dupat kir û pesna rola Herêma Kurdistanê di aramiya Iraq û navçeyê da kir û tekez li ser girîngiya berdewamiya diyalog û hevkariyên hevbeş yên ji bo çareserkirina kêşeyên navçeyê da kir.

Pêşhatên ewlekarî û siyasî li Sûriyê û navçeyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş hin mijarên din yên vê civînê bûn.