Nîvroya îro Çarşemê 03.02.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Michael Rigas, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir ku ji bo vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, serdana Herêma Kurdistanê kiriye.
Di civînê de, li gel xêrhatinê, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana wî kir û dûpat kir ku serdan nîşana pêdagirbûna Amerîkayê ye bi berdewamiya peywendiyên demdirêj û stratejîk ligel Iraq û Herêma Kurdistanê. Herwiha wî spasiya Amerîkayê kir ji bo piştgirî û hevkariyên wê yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de.
Herdu aliyan rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û ronahî xistin ser armanckirina binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê. Di vê derbarê de, wan êrîşa dawî ya li ser kêlgeha gaza Kormorê şermezar kirin û tekez kirin ku divê encamder rûbirûyî yasayê bên kirin, herwiha çek tenê di destê dewletê de be.
Peywendiyên Amerîkayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, encamên hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê, metirsiyên DAIŞê, pêşhatên dawî yên herêmê û çend mijarên din ên girîngiya hevbeş, babetên din ên civînê bûn.
Rêzdar Rêvebirê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê û hejmarek ji berpirsan, amadeyî civînê bûn.